Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin 2024-06-11 12:00:13   AMED - Li dosyaya ku rojnamevan Abdûrrahman Gok jê tê darizandin, beyanên şahidê nepen ê beriya niha li dijî 16 rojnamevanan îfade dabû hatin zêdekirin.    Danişîna 3’yemîn a doza ku edîtorê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” jê tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Gok û parêzerê wî Resûl Temûr tev li danişînê bûn. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş û MLSA’yê jî danişîn şopandin.    Di danişînê de derket holê ku îfadeyên şahidê nepen “CV23TY45UP78” ê beriya niha di lêpirsîna navenda wê Amedê de derbarê 16 rojnamevanan de îfade dabû li dosyayê hatine zêdekirin.    Di danişînê de ewilî parêzer Resûl Temûr mafê axaftinê wergirt û bi bîr xist ku Gok çûye gelek welatan li hawîrdoreke şer û pevçûnê xebatên rojnamevaniyê meşandine. Temûr, bi lêv kir ku muwekîlê wî dixwaze şerê Îsraîl û Filistînê yê berdewam dike bişopîne lê ji ber qedexeya derveyî welat nikare pîşeya xwe bi cih bîne û xwest şertê kontrola edlî ya derbarê muwekîlê wî de were rakirin. Temûr, daxwaz kir ku şahidê nepen “CV23TY45UP78” ku beriya niha derbarê 16’ê rojnamevanên di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatin binçavkirin û girtin û di 11’ê tîrmeha 2023’yan de hatin berdan îfade dabû li dadgehê bê guhdarkirin.    ‘EZ NIKARIN KARÊ XWE BIKIM’    Gok ê pişt re mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku rojnamevaniya qada şer dike û bi lêv kir ku ji ber qedexeya derveyî welat nikare karê xwe bike. Gok, da zanîn ku Filistîn qadeke ku rojnamevan nikarin ji derve biçinê ye û xwest ku qedexeya derveyî welat ku li pêş xebatên wî yên pîşeyî dibe asteng were rakirin.    Dadgehê qebûl kir ku şahidê nepen li pêşberî dadgehê were guhdarkirin û biryar da ku qedexeya derveyî welat berdewam bike. Dadgehê danişîna din taloqî 22’yê cotmehê kir.