Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e 2024-06-11 12:09:47   STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya der barê xebitandina zarokan de ku hatiye amadekirin; ji sala 2013’an vir ve herî kêm 695 zarok di cînayetên kar de mirin e.    Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) têkildarî xebitandina zarokan raporek belav kir. Di raporê de daneyên ji sala 2013’an vir ve hene. Di rapora ku ÎSÎG’ê li ser malpera xwe belav kir de; hat diyarkirin ku ji sala 2013’an vir ve herî kêm 695 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    HERÎ ZÊDE ZAROKÊN KARKER LI RIHAYÊ MIRIN E   Ji 695 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane 596 jê zarokên lawik in û 99 zarok jî keç in. Di raporê de hat zanîn ku mirinên herî zêde li Rihayê qewimî ne. Li gorî daneyên raporê; 383 zarok di karên çandiniyê û daristanê de mirin e, 75 zarok di karên înşeatê û rêyan de mirin e, 52 zarok di karên metal de mirin e, 49 zarok di karê mêvanxaneyan de mirin e, 24 zarok jî di karên zexîreyan de mirin e. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku 80 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane jî zarokên penaber bûne.