Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn 2024-06-11 16:22:39   AMED - Li dijî êrişa li ser koma dansê ya SwingAmed daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku di êrişê de jin hedef hatine nîşandan û êriş li dijî terza jiyanê pêk hatiye.     Li Amedê di 9’ê hezîranê de li Parka Temayê ya li navçeya Peyasê koma dansê ya SwingAmed xwest pêşandana dansê li dar bixe. Komek ku ji nêzî 50 kesan pêk dihat tekbîr kirin û êrişî koma dansê kirin. Li dijî êrişa li ser koma dansê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî hat dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê, Platforma Parastina Bajêr a Amedê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Dayikên Aştiyê û berpirsên SwingAmed beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka Platforma Parastina Bajêr Elîf Tûran daxuyaniya hevpar xwend.    ‘ÊRIŞÊN LI SER AZADIYAN NAYÊN QEBÛLKIRIN’    Turan destnîşan kir ku êriş li dijî qad û çanda jiyana hevpar pêk hatiye û wiha got: “Em ê tu carî vê êrişê û êrişên bi vî rengî qebûl nekin. Ev koma dansê çend sal in li bajarê me ‘Seyranên Caz’ê li dar dixin. Herî dawî dê di 9’ê hezîranê de şahî li dar bixistana. Komekê bi awayê devkî û fizîkî êrişî şahiyê kiriye. Mixabin ku di êrişê de hin endamên koma dansê birîndar bûne. Mekanên sazîbûnê ji bo bikaranîna xelkê vekirî ne, ev cih jî ji bo şahî û kêfxweşiya xelkê û cihê çalakiyên wan aştiyane ne. Lewma êrişên bi vî rengî ku li dijî azadiya kombûnê tên kirin, nayên qebûlkirin.”    Turan anî ziman ku êrişa hatiye kirin li êrişa li dijî azadiyan e pêk hatiye û got: “Êrişên bi vî rengî yên li dijî mafek wiha bêtehamuliya li ser pergala demokratîk û aliyên xwe cuda dibînin nîşan dide. Êrişek wiha ku li bajarê me yê qedîm û çandî pêk hatiye, gelek me aciz kiriye. Ev êrişên wiha jî zirarê didin aştiya civakî û çanda jiyana bi hev re.”     Turan da zanîn ku ji bo carek din êrişên bi vî rengî pêk neyên banga hestiyariyê û berpirsyariyê li hemû aliyên civakê kir û ew vê êrişê carek din şermezar dikin. Turan xwest Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê êrişê de lêpirsînek bibandor bi rê ve bibe û divê faîl bên tespîtkirin û cezakirin.    ‘ÊRIŞ LI DIJÎ TERZA JIYANÊ PÊK HAT’   Parêzera Koma Dansê ya SwingAmedê Gozde Elît a ku bi êrişê re rû bi rû ma anî ziman ku êriş li dijî terza jiyanê pêk hatiye. Elît diyar kir ku gelek hevalên wan di êrişê de birîndar bûn û der barê êrişkaran de pêvajoya lêpirsînê hat destpêkirin û tevî ku reng û rûyê êrişkaran diyar e jî heta niha kes nehatiye binçavkirin û girtin. Elît da zanîn ku li gel 4 polîs li parkê hebûn jî kesî nekirin binçavan û der barê êrişkaran de gilî kirine. Ev êrişek li ser her cure mafên me bû.”