Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine 2024-06-11 16:23:46   RIHA - Parêzerên ku bertek nîşanî derbkirina endamê Baroya Rihayê parêzer Enes Kaya dan, li dijî berdana êrişkar îtîrazî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.    Duh li Edliyeya Rihayê êrişeke fizîkî li parêzer Enes Kaya hate kirin. Baroya Rihayê têkildarî êrişê li ber Edliyeya Rihayê daxuyaniyek da. Parêzer Kaya yê êriş lê hate kirin, Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Meral Halat û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku demekî dirêje êrişî pîşeya parêzeriyê tê kirin û got: “Endamê baroya me Enes Kaya, piştî danişîna dosyaya dozê ya weke parêzer lê peywîrdar bû, di nava edliyeyê de êrişeke fizîkî lê hate kirin. Hempîşeyê me ji ber derbên li rûyê xwe û laşê xwe birîndar bû, rapora derbê wergirt û gilî kir. Weke yek ji komên pîşeyî yên li vî welatî ji bo demokrasiyê û serdestiya hiqûqê hewl didin rê nadin vê ferasetê.”   ‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ PÎŞEYA PARÊZERIYÊ YE’    Oncel, da zanîn ku faîlê êrişê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û wiha domand: “Ev êrişa li dijî hempîşeyê me hatiye kirin, ne tenê li dijî şexsê wî ye, di heman demê de li pîşeya parêzeriyê jî hatiye kirin. Her êrişa li pîşeya parêzeriyê tê kirin, di heman demê de li pîşeya parêzeriyê jî hatiye kirine. Parêzer ne aliyê dosyaya ku dişopîninin. Em vê feraseta ku parêzeran weke alîgirên dosyayê dibînin şermezar dikin.”   Piştî daxuyaniyê daxwaznameya îtîrazê dan Dadgeha Ceza ya Sulh a faîlî berdidin.