Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome 2024-06-11 22:45:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran berxwedana li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Li Stenbolê peyama, “Em ê li dijî desteserkirinê bi gelên Tirkiyeyê re têkoşînê mezin bikin" hate dayîn.     Çalakiyên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji 3’ê Hezîranê ve li gelek bajaran hatin destpêkirin, didomin.   STENBOL   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di roja 4’an de çalakiya xwe ya nobetê li Qada Şîşhane ya li Beyogluyê domandin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin. Pankarta “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Şaredarî ya me ye, nayê desteserkirin”, “Qeyûm wê here emê bimînin”, “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye” û “Her der Colemêrg, her der berxwedan” hatin berzkirin.   Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Buroyê (BES) Ozer Avanaş got: “Eger hilbijartin û demokrasî hebe; wê demê kesên hatin hilbijartin wê bi biryarên dadgehê dikarin werin derxistin. Destewerdana ji derve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê wê berxwedana me bidome.”   Hevserokê DEM Partî ya Sancaktepe Çetîn Yildiz got ku polîtîkaya qeyûmê bûye polîtîkaya desthilatdariyê û got: “Qeyûm vîn, ziman û ekolojiya Kurdan talan dike. Destkeftiyên gel bi qeyûman tune dikin. Lê Kurd û aliyên demokratîk tu caran serê xwe netewandin.”   Çalakiya nobetê bi çepik, dirûşme û tililîyan bi dawî bû.   EDENE   Bi tevlîbûna Rêxistina Edene ya DEM Partî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr çalakiya bi şîara “Li dijî qeyûmê li nobetê ne” îro jî berdewam kir.   Hevserokê DEM Partî ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr desteserkirina vîna gel şermezar kir û anî ziman ku heta vîna gel bê dayîn wê têbikoşin û li qadan bin.   WAN   Li Wanê xebatên mitîngê ku di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bê lidarxistin dewam kir. Parlementerên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz û Mahmut Dîndar jî di nav de endamên partiyê li Bazara Mezin a Rûs, Kolana Cumhuriyet û Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armuşê serdana esnafan kirin û banga tevlîbûna mitînga Colemêrgê kirin.   Endamê DEM Partiyê Dîndar di serdanê de axivî û diyar kir ku heta qeyûm neyê şandin wê li qadan bin.   Li navçeyên Ebex û Bêgirî yên Wanê jî civînên gel hatin kirin û banga tevlîbûna mitîngê hat kirin.   AGIRÎ   Çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariya Agiriyê di roja 8’an de dewam kir. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.   ÎZMÎR   Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê li pêşiya Sumerbankê hatiye destpêkirin, di roja 6’an de dewam kir. Şaredarê Rîze yê Findikliyê yê CHP’ê Ercumet Şahîn Çervatoglu piştgirî da çalakiyê û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqiyê û got: “Em vê qebûl nakin.”   Ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zager Încîn jî got: “Em ê dengê xwe bilind bikin. Ger em îro xwedî li gelê Colemêrgê dernekevin wê sibê hemû welat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.”   ŞIRNEX   Çalakiya nobetê ya li ber şaredariya Silopiyayê di roja 8’an de dewam kir. Endamên DEM Partiyê ji bo mitînga ku di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bê lidarxistin danezan belav kirin. Piştre li pêşiya şaredariyê çalakiya nobetê dan destpêkirin.   Çalakiya nobetê ku li dijî tayînkirin qeyûmê li navçeya Cizîrê hatiye destpêkirin didome. Bi tevlîbûna Parlementerê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li Kolana Cudî danezan hatin belavkirin.