Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe 2024-06-12 09:01:01   EDENE - Tevî peymanên navneteweyî jî, li seranserê cîhanê her diçe hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe. Doç. Dr. Taner Akpinar anî ziman ku hem xebatên di asta navneteweyî hem jî yên di asta neteweyî de tenê li ser kaxezê hene.    Neteweyên Yekbûyî, ji bo li dijî karkeriya zarokan ku li seranserê cîhanê her diçe zêdetir dibe hayjêhebûnekê çêbike, di sala 2002'yan de 12'ê Hezîranê wekî Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan îlan kir. Lê belê her diçe li seranserê cîhanê hejmara zarokên bi darê zorê tên xebitandin zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê li gor hejmarên fermî 723 hezar û 728 zarok tên xebitandin. Lê belê li gor hejmarên rêxistinên civaka sivîl û lêkolînerên serbixwe ev hejmar ji 2 milyonan zêdetir e.    "Karkeriya zarokan" li gor peymanên navneteweyî sûc e û ev yek di Lêkolîna Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) de jî cih digire. Li gor daneyên 2023'yan ên TUÎK'ê rêjeyza xebatê ya zarokên temenê wan di navbera 15-17 salan de ji sedî 22,1 e û jî nîşan dide ku nêzî 723 hezar û 728 zarok tên xebitandin. Li gor daneyên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG, ji sala 2002'yan heya 4 mehên ewil ên 2024'an herî kêm 941 yek zarok di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.    Endamê Beşa Aboriya Xebatê û Têkiliyên Endustriyê ya Zanîngea Akdenîzê Doç. Dr. Taner Akpinar diyar kir ku têkoşîna li dijî xebitandina zarokan tenê li ser kaxezê ye.    Akpinar diyar kir ku "karkeriya zarokan" li gor demsalan diguhere û got: "Daneyên fermî piranî li ser zarokên temenê wan di navbera 15-17 salan de hûr dibin, lê çendî kêm bin jî zarokên 6 salî jî dixebitin. Zarok di karên çandinî, pîşesaziyê û xizmetê de tên xebitandin. Mirov nikare bi çend hevokan sedemên karkeriya zarokan bibêje. Lê mirov dikare bêje ku derdorên karker û gundiyan ên di warê aborî d eqels in ji bo şert û mercên xwe yên jiyanê ji nû ve ava bikin zarokên wan jî ji bêgavî dixebitin."    Akpinar bilêv kir ku ji serdewam perwerdehiyê ya 2016-2017'an vir ve zarok di bin navê "perwerdehiya pîşeyî" de tên xebitandin û got: "Hejmara karkerên zarok bi teşwîqa desthilata siyasî zêde dibe." Akpinar bilêv kir ku zarokên karker ji ber karên dikin ji tenduristiya xwe dibin û got: "Tekane pêşgirtina vê, astengkirina xebitandina zarokan e."    Doç. Dr. Akpinar anî ziman ku hem xebatên di asta navneteweyî hem jî yên di asta neteweyî de tenê li ser kaxezê hene û got ku ji bo çareseriyê reçeteyên hazir nayên pêşkeşkirin, divê mijar rasterast bi muxataban re bê gengeşekirin û li gor vê plansaziyek bê kirin.   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen