Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve 2024-06-12 09:01:52   WAN - Welatiyên li Wanê ji bo mîtînga ku wê sibê li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Ger îro xwedî li Colemêrg neyê derketin, sibê wê qeyûm tayinî Wanê an jî bajarekî din jî bikin."    Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên li dijî desteserkirina vînê ya li Colemêrgê dewam dikin. Pê re amadekariyên mitînga 13'ê hezîranê ya bi dirûşmeya "Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê" bênavber dewam dikin. Mîtînga ku wê li ber Mizgefta Mezin a Colemêrgê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bê lidarxistin dê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad), Tifaqa Ked û Azadiyê û rêxistinên sivîl wê beşdar bibin.   Welatiyên li Wanê banga tevlibûna mitîngê kirin ku wê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes beşdarî wê bibin.   BANGAWAZÎ   Ji welatiyan Siddik Aydemîr diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne qanûnî ye û got: “Her car vîna vî gelî tê desteserkirin. Em vê yekê nas nakin û em ê li ber xwe bidin. Divê hemû gelê me beşdarî mîtînga 13'ê Hezîranê ya li Colemêrgê bibe."   Naîf Çelîk destnîşan kir ku divê her kes rêzê li encamên hilbijartinê bigire û wiha got: “Gelo şaredarê me dizî kiriye? Yan sûcekî din kiriye? Rabûn belesebeb qeyûm tayinî şûna wî kirin. Divê her kes beşdarî mîtîngê bibe û li dijî desteserkirina vînê rabe."    ‘LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ TUNE YE'   Ferzende Orkmez ku got “Me careke din dît ku li Tirkiyeyê tiştekî bi navê demokrasiyê tune ye” wiha axivî: “Divê em bibin yek û li dijî vê bêhiqûqiyê serî rakin. Ji ber ku ev tişt nayê qebûlkirin. Eger bertek neyên nîşandan dê sibe yan dusibe li bajarekî din were tayinkirin."   ‘DIVÊ GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'   Hekîm Altin desteserkirina vînê wekî zilmê nirxand û wiha got: “Ji ber ku têkçûnê qebûl nakin careke din qeyûm tayîn kirin. Ger em nebêjin 'raweste' dê sibe dusibe qeyûm tayinî hemû şaredariyên me yên din jî bikin. Pêşî li Wanê hewl dan, lê dema gel li ber xwe da, paşde gav avêtin. Divê gelê Colemêrgê mîna Wanê xwedî li vîna xwe derkeve."   Hasan Serçe anî ziman ku di her hilbijartinê de rêz li vîna nayê kirin û got: “Di nava 2 mehan de dest bi tayînkirina qeyûman kirin. Divê em vê bêhiqûqiyê qebûl nekin û li hemberî vê li ber xwe bidin. Divê her kes ji bo mîtînga Colemêrgê hestiyar be û tevlîbûneke xurt ji bo mîtîngê çêbibe."    Mahmût Mete jî anî ziman ku desteserkirina vînê heqareteke mezin e û wiha got: “Vî gelî di hilbijartinê de şaredar hilbijart. Erka we jî, rêzgirtina li vîna gel e. Divê hemû gelê me beşdarî mîtînga ku wê di 13'ê Hezîranê de li dijî bêhiqûqiyê were lidarxistin bibe û vîna xwe biparêze."