Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî 2024-06-12 09:02:24   ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, diyar kirin ku piştî kuştina keça wan têkoşîna aştî û edaletê wan li ser lingan digire û gotin: “Denîz û bi hezaran ên mîna wê nemirin, di dilê gelê kurd de dijîn.”    Di 17’ê Hezîrana 2021’an de kujerê bi navê Onûr Gencer ket hundirê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer di êrişê de Denîz Poyraz a endama HDP’ê qetil kir. Bi ser kuştina Denîzê re 3 sal derbas bûn. Wek her sal dê îsal jî Denîzê bi bernameyên cuda were bibîranîn. Wê di saeta kuştina Poyraz de li 11.05’an de serdana gora wê bê kirin û pişt re jî li Îskeleya Konakê qerenfîlan biavêjin behrê.    Her çiqas kujer Onûr Gencer bi cezayê muebedê hatibe cezakirin jî lê tevî hemû hewldanên malbatê û HDP’ê jî hêz ango kesên li pişt êrişê nehatin derxistin û ronîkirin. Lê tevî vê yekê jî malbata Poyraz dîsa jî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û ronîkirina hêza li pişt êrişê didomîne.    DÊ Û BAVÊ WÊ DI NAVA TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DE NE    Fehîme Poyraz, piştî kuştina keça xwe qet dest ji têkoşîna aştî û edaletê berneda û ev saleke jî berdevkiya Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê dike.  Bavê Denîzê, Abdullîlah Poyraz jî li dijî bêedaletiya li welat pêk tê di têkoşîna aştî û edaletê de cih digire saleke rêveberiya Komeleya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) dike û dibêje; ji bo şer bi dawî bibe û zarok neyên kuştin ew têdikoşe.    LI HER QUNCIKEKÊ DENÎZÊ HEYE    Bi rasthatina salvegera 3’yemîn a kuştina Denîz Poyraz, em li malbata wê bûn mêvan. Hema bêje her dîwarê malê û quncikek bi wêneyên Denîzê hatine xemilandin û hemû diyariyên li ser navê wê hatine li odeyek malê ne û hemû kelûpelên wê hatine veşartin. Malbat dibêje keça wan Denîzê pirr ji kûlilkan hez kiriye û ji bo xatirê wê li şaneşînên mala xwe kulîlkan danîne.    Dayik û bavê Poyraz, ji ajansa me re axivîn û di van sê salan de tişta hatiye serê wan vegotin.    TÊKOŞÎN WÊ ZINDE DIHÊLE    Fehîme Poyraz got tevî ku sê sal bi ser kuştina keça wê Denizê re derbas bûne jî lê mîna ku hê duh keça wê hatibe kuştin. Poryaz da zanîn ku ew ê tu carî roja kuştina keça xwe ji bîra neke û got: “Qey ez dibêjim Denîz di nav me de ye. Ez hê jî bawer nakim ku Denîz hatiye kuştin. Piştî kuştinê ez nêzî du salan çûm cem psikolog. Dema min qala Denizê jê re dikir, pir ji bo min baş bû. Lê ya herî min baş hişt têkoşîna li pey wê bû. Salek bû ez naçim derûnnas. Ez niha baştir im. Piştî kuştina Denizê ez bi awayek aktîf ketim nava têkoşînê. Min dît ku divê ez hin bêtir têbikoşim. Lewma heta ku ji destê min tê li her qadê têdikoşim.”    ‘EZ Ê JI KUJERAN HESAB BIXWAZIM’    Poyraz anî ziman ku keça wê bi awayek hovane hatiye kuştin û wiha domand: “Kujer vê li dadgehê jî digot. Di darizandinê de tenê kujer hat cezakirin. Hêz û berpirsên li pişt êrişê dernexistin holê. Ne tenê ew kujer Denîzê kuşt. Kesên bi wan bawer bû hene. Heta ez hebim ez ê ji kujeran hesabi bixwazim. Ji bo berpirsiyarên rasteqîn derkevin holê ez ê edaletê bixwazim. Tenê daxwaziyek min heye bila şer biqede û zarokên me neyên kuştin. Têkoşîna me ji bo vê yekê ye.”    Poyraz diyar kir ku keça wê cangorî û keça hemû gelê kurd û gelên cîhanê ye. Poyraz da zanîn ku piştevanî û xwedîderketina gel a ji bo keça wan ev sê sal in wan li ser lingan digire û ev yek qewet û moralê dide wan. Poyraz got piştî kuştina keça wê bi sedan malbatan navê Denîz li zarokên xwe kirine û dewam kir: “Denîzek çû lê denîzên li pey wê mezin dibin. Denîz li cîhanê bû stêrkek û dîrokek.”    HEM XEBAR DIBE HEM JÎ SERXWE DIMÎNE    Poyraz destnîşan kir ku dema ew diçe avahiya partiye roja êrişê û kuştina keça wê tê bîra wê û wiha got: “Her ku ez diçim partiyê çavê min li Denîz digere. Hê jî ez neçûme mitbexa ku Denîz lê hat kuştin. Çimkî xwîna wê li wir rijiya. Ez ji bo ked û emanetiya wê diçim wir. Ez ji bo aştiyê diçim wir. Çûna avahiya partiyê hem min xembar dike hem jî min zindî li ser lingan dihêle. Ez bi têkoşîna Denîzê ku wek emanet ji min re hişt li ser lingan xwe digirim.”   'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’    Poyraz anî ziman ku ew wek Dayika Aştiyê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û edaletê didomîne û wiha axivî: “Bi hezaran dayik mîna min zarokên xwe di ber têkoşîna azadiyê de dan. Ez jî yek ji wan dayika me. Ji bo em li ser rêçika zarokên xwe herin divê em têbikoşin. Heke dayik li malên xwe rûnên, wê bi hezaran zarokên me yên din jî bimirin. Ji bo xatirê ku zarokên me neyên kuştin divê em li ser lingan bin. Aştî jî bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî dikare pêk were. Bila deriyên zindanan vebe û hemû girtiyên me bên berdan.”    'DI DILÊ GELÊ KURD DE DIJÎ’   Abdullîlah Poyraz jî diyar kir ku her çiqas sal û zeman bi ser kuştina keça wî re derbas bibin jî ew ê nikaribe qebûl bike ku keça wî hatiye kuştin û got: “Qey meriv dibêje jiyana xwe ji dest nedaye, wek ku bi me re dijî. Qebûlkirina mirina wê gelek zor e. Denîz tu demê ji bîra min naçe. Ez bi têkoşînê dixwazim xwe ji bo nebûna wê aş bikim. Piştî mirina wê çalakiyek li ku bibe ez diçim wir. Êdî bila ev bêedaletî bi dawî bibe. Denîz û bi hezaran ên wek wê nemirin, ew di dilê gelê kurd û din ava têkoşîna azadiyê de dijîn. Heta edalet û aştî pêk were dê têkoşîna me berdewam bike.”    MA / Semra Turan