Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-06-12 12:12:12   RIHA - Siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar di salvegera wefeta xwe ya 8’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar yê ji sazûmankarê Partiya Kedê ya Gel (HEP) di salvegera wefata xwe ya 8’emîn de li ser gora xwe ji aliyê malbat, siyasetmedar û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. Bernameya bîranînê li ser gora Yazar a li gundê Ordekê ya bi ser navçeya Karakopruyê ya Rihayê ve hat lidarxistin. Malbata Yazar, hevşaredarên Hewagê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikayali, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, pêkahteyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bîranînê bûn.    Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiya Rihayê Bekîr Karakeçîlî bal kişand ser têkoşîna Ferîdûn Yazar û got: “Wê ji bo me mîrasek berxwedanê hişt. Em ê xwedî li mirasa wî derkevin. Em ê ala wî ya ku daye destê me heta serkeftinê hilbigirin.”   'EM LI SER RÊYA WE DIMEŞIN’    Keça Yazar û Hevşaredara Serêkaniyê Rahşan Yazar jî da zanîn ku ew li ser rêya bavê xwe û hevrêyên wî dimeşin û wiha got: “Meşa li ser vê rêyê rûmet e. Em hewl didin hêjayî berxwedan û têkoşîna te û hevrêyên te bimînin. Armanca me ya mezin ew e ku em daxwaziyên we nîvco hiştin, pêk bînin.”      Piştî axaftinan beşdaran çîçek danîn ser gorê. Piştî bîranîna li goristanê şande çû serdana malbata Yazar a li gund.