AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da 2024-06-12 12:16:26   ENQERE - AYM’ê di dosyayekê de têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara “Mafên darizandina adil û rêza ji jiyana taybet re hatiye binpêkirin” da.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di serlêdana ku girtiyê bi navê Celaleddîn Kolûtek a ji bo şopandina hevdîtina bi parêzerê xwe re de biryar da ku “Mafên darizandina adil û rêza ji jiyana taybet re hatiye binpêkirin.” Kolûtek ê di 17’ê tîrmeha 2016’an de di lêpirsîna li dijî cemaeta Fethûlah Gulen hatibû destpêkirin de hatibû girtin, dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, hevdîtin ji aliyê girtîgehê ve hate şopandin û ji ber îfadeyên di hevdîtinê de derbarê wî de lêpirsîn hate destpêkirin. Li ser vê yekê malbata Kolûtek serî li AYM’ê dabû. Di serlêdana ji aliyê Fadîme Kolûtek û ferdên malbatê yên din ve hatibû kirin de AYM’ê biryar da ku “Mafên darizandina adil û rêza ji jiyana taybet re hatiye binpêkirin.”