Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê 2024-06-12 12:17:05   STENBOL - Lîstikvan Ezgî Mola bertek nîşanî çawişê pispor Mûsa Orhan dabû ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê. Dadgehê ceza da Molayê.    Çawişê pispor Mûsa Orhan li Êlihê destdirêjî li Îpek Er (18) kiribû û bûbû sedema întîharkirina wê. Lê tevî vê yekê jî tecawizkar Orhan hatibû berdan. Lîstikvan Ezgî Mola jî bertek nîşanî berdana Orhan dabû. Ji ber vê bertekê, bi îdiaya “heqaretê” doz li Molayê hate vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Hiqûqa Giştî ya li navçeya Banaz a Uşakê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “heqaretê” 10 hezar TL cezayê tazmînatê da Molayê.    Beriya niha derheqê Molayê de li 31’emîn Dadageha Cezayên Giştî ya Enqereyê doz hatibû vekirin û 6 hezar û 960 lîre ceza li Molayê hatibû birîn.