Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir! 2024-06-12 13:03:06   STENBOL - Di doza têkildarî cînayeta Hrant Dînk de dozger di mutalaya xwe de xwest ku derbarê Ahmet Îskender, Erhan Tûncel, Ersîn Yolcû, Tûncay Ûzûndal, Yasîn Hayal, Zeynel Abîdîn Yavûz û Ogun Samast de bi hinceta “demboriyê” doza cemaweriyê bê betalkirin.    Danişîna doza ku tetîkkêş Ogun Samast û 11 peywîrdarên cemaweriyê yên têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ji ber sûcê “Binpêkirina destûra bingehîn” tên darizandin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Kesên tên darizandin tev li danişînê bûn. Tetîkkêş Samast jî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Bersûc Alî Fûat Akdag ê beriya niha têkildarî Adem Saglam ê li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Trabzonê de wezîfedar e weke ku Saglam tev li “sohbetên xizmetê” bûye îfade dabûn, îdia kir ku ji ber bi ser bûyerê re gelek wext derbas bûye hûrgilî nehatine bîra wî.     MUTALA HATE AŞKEREKIRIN     Dozger ê piştî parastina bersûcan mutalaya xwe aşkere kir, daxwaza ceza, beraet û betalkirinê kir. Dozger xwest ku derbarê Ahmet Îskender, Erhan Tûncel, Ersîn Yolcû, Tûncay Ûzûndal, Yasîn Hayal, Zeynel Abîdîn Yavûz û Ogun Samast de bi hinceta “demboriyê” doza cemaweriyê bê betalkirin. Dozgerê ku xwest Adem Saglam ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin, ji sûcê “cînayetê” daxwaza beraeta wî kir. Dozger xwest ku bersûc Alî Fûat Yilmazer û Ramazan Akyurek ji ber sûcê “guhertina pergala destûra bingehînî” were cezakirin.    Parêzerên bersûcan ên piştî aşkerekirina mutalayê axivîn, ji bo parastina li dijî mutalaya daxwaza demê kirin. Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, daxwaza parêzeran a demê qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê cotmehê kir.