Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin 2024-06-12 16:04:29 AMED - Parêzer di doza Tahîr Elçî de bêyî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike, eywana danişînê terk kirin û li ber edliyê daxuyanî didin.    Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Minara Çarling a Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû kuştin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzeran helwesta heyeta dadgehê protesto kirin û bi lêdana çepikan eywana danişînê terk kirin.    Parêzer li ber edliyeyê sekinîne û li benda eşkerekirina biryarê ne.    Tê payîn parêzer daxuyaniyê bidin.