Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin 2024-06-12 16:15:03   AMED - Karsazên li Amedê bertek nîşanî nûçeyên Yenî Şafakê ku alîgira AKP’ê ye dan û wiha gotin: “Rojnameya Yenî Şafakê rojnamegeriyeke rûreş kiriye.” Karsazan bertek nîşanî “qeyûmperestan” dan û gotin: “Em naxwazin kesên îthalkirî bajarên me birêve bibin.”    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û îdiayên bêbingeh ên di rojnameya Yenî Şafakê de hatine weşandin, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya odeyê hate dayîn û li gel Serokê DTSO’yê, gelek karsaz û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li bûn.    Kaya, di daxuyaniyê de got ku karsazan razemeniyên li herêmê zêde kirine û ev tişt anî ziman: “Di demekê ku karsazan razemeniyên xwe yên li herêmê zêde kirin de careke din feraseta salên 90’î xistin meriyetê. Em naxwazin dîsa li salên 90’î vegerin. Lewma em li vir careke din bang li dezgehên çapemeniyê yên weşanên bi vî rengî ji xwe re kirine hînbûnek û hikûmetê dikin; heke aborî li vir qels bibe li welat jî qels dibe. Dema bêkarî li vir zêde dibe li welat jî zêde dibe. Em tevek dizanin ku herî zêde di pêvajoya aştiyê de aboriya herêmê baş bû.”   'TAWANBARIYAN LI SER KARSAZAN ÇÊDIKIN’    Metna hevpar a karsazan jî ji hêla serokê Konseya Kar Mûstafa Ural ve hat xwendin. Ural, diyar kir ku piştî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê karsazên herêmê û rêxistinên kar ên ji bo aştî û aramiyê hewl didin jî kelecan kiriye û wiha got: “Medyaya alîgiriya îktîdarê dike rewşekî neyînî diafirîne. Ji ber polîtîkayên qeyûm, karsazên biyanî dudilî nêzî herêmê dibin û sermaye jî ji welat derdikeve. Ev kesên qaşo rola rojnamegeriyê li xwe digirin, daxuyaniyên ku meqseda xwe derbas dike dikin û xwe dixin şûna rayedarên dewletê û hêzên ewlekariyê. Ji saziyên rêxistina civaka sivîl heta karsazan navên gelek kesan dibêjin û gelek karsazên me di bin tawanbariyê de dihêlin. Ev karsaz, li her çar aliyên welêt bi partiyên siyasî yên cuda re karên şaredariyê dikin.”    'QEYÛMPEREST’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Heman dezgehên çapemeniyê di demên berê de jî heman stratejî kiribûn. Rojnameya Yenî Şafakê ku baş dizane bê ka ‘andiç’ çi ye û baş bi derew û reşkirinê dizane, rojnamegeriyeke rûreş kiriye. Bi van nûçeyên xwe pozîsyona xwe ya rojnamegeriya rûreşiyê dîsa xurt kiriye. Em qeyûmperestên ku encamên hilbijartinê ranegirtin; aparatên nasnameya rojnamegeriyê û van şexsan hewaleyî daraz û wijdana civakê dikin. Weke karsazên Amedê em dixwazin çanda îstîşareyê were cîbicîkirin ku mekanîzmaya qeyûm ji holê radike. Em kesên îthalkirî/aqilê ku derheqê bajarê de me de xwedî çi hafizeyê nînin, guhê xwe li aqilê hevpar ê bajarê me digire naxwazin.”