Faîlên tecawizê hatin girtin 2024-06-12 16:34:38   ÎZMÎR - 4 zilamên ku li navçeya Narlidereyê bi awayekî sîstematîk tecawizî zarokekê kirine, hatin girtin.    Li navçeya Narlidere ya Îzmîrê di sala 2023’yan de zilamên bi navê M.B., H.A., M.N. û A.G. tecawizî zarokê 14 salî kirin. Zarokê tiştên bi serê wê hatî ji malbata xwe re vegotin, li ser vê yekê malbatê giliyê faîlan kir.    Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin faîl hatin binçavkirin û li dadgeha ku birinê hatin girtin.