‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê 2024-06-12 16:26:38   COLEMÊRG - “Meşa Demokrasiyê” ku bi pêşengtiya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê hatibû destpêkirin, gihişt Colemêrgê. Şande dê ji vir ber bi navendê ve bimeşe.    Li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê dê sibe (13’ê hezîranê) bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK9, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û pêkhateyên wê, Tifaqa Ked û Azadiyê û rêxistinên civaka sivîl li navenda Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em ê destûr nedin bên xespkirin” mitîng bê lidarxistin. Beriya mitîngê “Meşa Demokrasiyê” hatibû destpêkirin û meş di roja sêyemîn de gihişt navenda bajar. Meş, sê roj berê li navçeya Şemzînanê hatibû destpêkirin, duh li navçeya Geverê û îro jî li navçeya Çelê û gundên wê berdewam kir. Meş, bi serdanên li navenda Çelê û gundên wê dom kir.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter û welatî tev li meşê bûn. Di serê sibehê de meşvan li navçeya Çelê çûn serdana esnafan û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Qeyûm bicehime, şaredarî yên me ne” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” hatin berzkirin.    'PÊŞÎ LI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ TÊ GIRTIN’   Uçar, di serdanên esnafan de wiha got: “Hêj Komara Tirkiyeyê nehatî avakirin jî em li ser vê xakê bûn. Nahêlin li xaka em bi ziman û çanda xwe dijîn xelk xwe bi xwe birêve bibe. Ma zirara vê ji bo kê heye? Me weke sûcdaran nîşan didin lê sûcê herî mezin yê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Ev partî ne civînên komê, civînên gefxwarinê li dar dixin. Tu hevalên me sûcdar nînin. Cezayên li me tên birîn, wesîqeya AKP’ê ya pirsgirêka kurd û înkarê ye.”    WELATIYAN PIŞTGIRÎ DAN MEŞÊ   Meşvan, piştî serdanên li navendê çûn serdana gundên Serêspiya, Dêra Mersa û Dizê. Welatiyên hemû gundan jî qeyûm weke zilm nirxandin û gotin ku ew sepana tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Welatiyan gotin ku ew ê tev li mitîngê bibin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Welatiyan gotin ku dê li dijî polîtîkayên pişaftinê derkevin.    BI HEZARAN KESAN RE HATIN GEL HEV   Meşvan, piştî serdanan meşa xwe di roja sêyemîn de gihişt navenda Colemêrgê. Di çarçoveya meşê de 3 navçe û zêdetirî 50 gund hatin ziyaretkirin. Meşvan, bi hezaran kesan re hatin gel hev û li her derê polîtîkayên îktîdarê yên tayînkirina qeyûm û yên li dijî gelê kurd vegotin.