Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye 2024-06-12 17:03:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku yek ji kesên di nava koma li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi sembolên MHP’ê provokasyonan dike jî namzeta AKP’ê Ayşegul Bîçer e.    Komeke ku di serdema qeyûm de ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mûçe distand lê nedihatin kar, duh bi îdiayên mobbîng û derxistina ji kar li pêşiya şaredariyê kete nava hewldanên provokatîf. Koma ku îşaretên MHP’ê dikir, heqaret li rêveberiya şaredariyê ya hilbijartî kir.    Yek ji kesên di nava koma provokator de ku çêr li hevşaredaran dikir jî namzeta AKP’ê ya Amedê Ayşegul Bûçer e. Provokator Bîçer di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de namzeta AKP’ê ya Amedê bû. Bîçer, li pêşiya şaredariyê çêr û heqaret li hevşaredaran kir.