Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye 2024-06-13 09:29:22   STENBOL- Parêzer Guçlu Sevîmlî diyar kir ku tayinkirina qeyûman li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye û got: "Siyaseta qeyûm, rêbiriyeke polîtîk e."    Bertekên li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Guçlu Sevîm, tayinkirina qeyûm di warê hiqûqî de nirxand.    Sevîmlî anî ziman ku pergala hiqûqê piştî Rewşa Awarte (OHAL) a ku piştî helwdana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatiye îlankirin teşe girtiye û got ku çarçoveya qanûnî ya tayinkirina qeyûm spartine xala 127'an a Destûra bIngehîn. Sevîmlî bilêv kir ku di esasê xwe de tu bingeheke qanûnî ya pêkanîna qeyûm tune ye.    Parêzer Guçlu Sevîmlî   Sevîmlî ragihand ku xalên têkildar ên di Qanûna Şaredariyê de xalên 45, 46 û 47'an e û got ku di xalên 46 û 47'an de tê gotin ku li şûna şaredarê bi awayekî demkî ji wezîfeyê tê girtin ji nava meclisê kesek tê hilbijartin. Sevîmlî destnîşan kir ku di Qanûna Şaredariyê de jî bingeheke tayinkirina qeyûm tune ye û got ya tê kirin tu beramberiyeke wê ya qanûnî tune ye.    Sevîmlî îşaret bi wê yekê kir ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin Peymana XWeser a Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê heye û got ku li gor vê şaredarî bi temamî li derî tehekuma rêveberiya navendî ne û xwedî erkeke xweser in.    Sevîmlî wiha domand: "POlîtîkaya tayinkirina qeyûm li gor min, rêbiriyeke polîtîk e. Ji lew re wekî din mirov nikare wê bi tiştekî din îfade bike. Desthilata siyasî pêkanîneke ku tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye bi rihetî pêk tîne. Lewma mirov êdî nikare behsa hiqûqê bike. Lewma ev rêbiriyeke polîtîk e. Ji ber vê li dijî vê pêkanîna derqanûnî têkoşîn divê."    MA / Omer Îbrahîmoglû