‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’ 2024-06-13 09:47:14   WAN - Welatiyên beşdarî kongreya MEBYA-DER’ê bûn diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.    Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) a Wanê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Welatiyên beşdarî kongreyê bûn, bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev peyam dan: “Rakirina tecrîdê di destê me de ye.”    ‘RAKIRINA TECRÎDÊ DI DESTÊ ME DE YE’    Nezahat Gul diyar kir ku rakirina tecrîdê bi têkoşînek bênavber ve girêdayî ye û got: “Wezîfeya me ya sereke ku ew e ku em di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tecrîdên li hemû girtîgehan bidin rakirin. Girtî li dijî tecrîdê dernakevin hevdîtinan. Sedemek vê yekê tenê heye ew jî tecrîda dijwarkirî ya li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîd berdewam bike wê çalakiya girtiyan jî bidome. Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin û ji bo em vê tecrîdê rakin, têbikoşin.”    ‘HETA KU AZADÎ NEYÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN’   Îlhamî Guler jî destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin û got: “Ji bo vê yekê divê gelê me yekitiya xwe ava bike. Bila viya her kes baş bizanibe, heta ku tecrîd bi dawî nebe wê ne kes azad bibe ne jî dikare behsa aştiyê bike. Heke em gelek tiştan bi dest bixin jî heta ku birêz Ocalan azad nebe û girtiyên me azad nebin, em nikarin behsa tiştekî bikin. Ji bo azadiya girtiyên xwe û berxwedana wan divê em her tiştî bikin.”    ‘ZILMEK NEMA KU LI ME KURDAN NAKIN’    Allahverdî Selîk jî da zanîn ku tu aliyên hiqûqî yên tecrîdê tune ye û got: “Tecrîd ji bilî bêaramiyê ne tiştekî din e. Dema tecrîd bi dawî bibe dê aramî jî were. Em ji vê rewşê re dibêjin êdî bes e. Divê gelê me li dijî tecrîdê rabe û li ber xwe bide. Zilmek nemaye ku li kurdan nakin. Rojeva me ya sereke tecrîdkirina birêz Ocalan e. Divê em ji bo vê bi şev û roj bixebitin û têbikoşin.”    ‘EM Ê DI NAV BERXWEDANÊ DE BIN’   Hatîce Beytur jî bi silavkirina berxwedana girtiyan dest bi axaftina xwe kir û got: “Bi bi salane agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Ji bo ev tecrîda dijwar bi dawî bibe, bi mehane girtiyên me li ber xwe didin. Heta ku tecrîd û zilma li ser girtiyên me bi dawî bibe em ê têbikoşin. Divê ev tecrîd demildest bê bidawîkirin. Bi mehane em ji zarokên xwe xeber nagirin. Daxwazên me û yên girtiyên me heman in. Em ê her tim di nav berxwedanê de bin. Divê êdî dawî li vê zilmê were anîn.”