Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin 2024-06-13 10:17:16 ÎZMÎR - Di doza Denîz Poyraz de tetîkkêş hatin cezakirin, lê hêzên li pişt nehatin aşkerekirin. Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku dixwazin dosyaya li Dadgeha Bilind e were xerakirin û “faîlên siyasî” yên li pişt bûyerê bên aşkerekirin.    Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onûr Gencer li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi çekê Denîz Poyraz qetil kiribû. Bi ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn lê di pêvajoya darizandinê de bûyer nehate ronîkirin û sûcê hatiye kirin di tariyê de hate hiştin.    Piştî bûyerê polîsên hatin ber avahiyê, demekê mudaxileyî bûyerê nekiribûn û gava Gencer daketibû jêrê jê re gotibûn "keko navê te çi ye?" û ew binçav kiribûn. Her wiha wê demê bi hezaran HDP'î jî ber bi avahiya partiyê ve hatibûn. Dayik Fehîme Poyraz jî ku xebera qetilkirina keça xwe bihîstibû, peyama "Denîzek çû, dê hezar Denîz bên" dabû. Gencer ê 24 saetan jî di bin çavan de nehate girtin bi lez û bez şandin Girtîgeha Şakranê.    Kujer Gencer piştî ku hatibû girtin, lêpirsîna der barê wî de di 11'ê Cotmeha 2021'ê de hatibû temamkirin û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê îdianameya wî amade kiribû. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku bi sûcê "kuştina bi qesdî û sêwirandî" cezayê muebeda giran û bi sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê", "zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê" jî 7 sal ceza li Gencer bê birîn.     Danişîna dozê ya ewil di 29’ê Kanûna 2021’ê de dest pê kiribû û ji roja darizandin dest pê kiribû heta roja biryarê ji bo ku hêzên li pişt kujer dernekevin holê, hewl hat dayîn. Hemû daxwazên malbata Poyrazê û parêzeran ku ji bo hêzên li pişt bûyerê derkevin holê ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Dadgehê daxwazên kujer qebûl kiribûn, lê daxwazên malbat û parêzeran red kiribûn.    Beriya danişîna 5’emîn ku di 12’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, serokê heyeta dadgehê hatibû guherandin. Serokê dadgehê yê nû berî ku li ser qoltixa dadgehê rûnê hemû daxwazên parêzeran red kiribû û destûr nedabû ku parêzer bi belgeya rayeyî tev li danişînê bibin.    PARÊZER NEGIRTIN EYWANÊ    Di danişîna 6’emîn de jî ku di 14’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, helwesta heyeta dadgehê ya li hemberî dozê neguherîbû û danişîn bêparêzer hatibû destpêkirin û destûr nehatibû dayîn ku parêzer û yên dixwestin dozê bişopînin bikevin eywana danişînê. Parêzeran bertek nîşanî helwesta dadgehê dabûn û leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî parêzeran kiribû.    DANIŞÎNA BIRYARÊ   Di danişîna 7'an a biryarê de ku di 27’ê Kanûna 2022’yan de hat lidarxistin, şandeya dadgehê, parêzer, beşdarvan û xebatên çapemeniyê negirtin eywanê. Li Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û parêzerên dozê ku ji bo hevdîtina bi heyeta dadgehê re çûn kampusê, legerîn hate ferzkirin. Parêzerên ku ev pêkanîn qebûl nekirin negirtin eywanê. Beriya danişînê dîsa bi dehan daxwazên parêzerên dozê yên wekî amadekirina îdîanameya zêde ya derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya wekî tetîkêşê siyasî yê bûyerê hate redkirin. Şandeya ku bêyî bêparêzer danişîn bi rê ve bir ji sûcê "kuştina bi qesdî û sêwirandî" cezayê muebeda giran, ji sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê" 2 sal, ji sûcê "zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê" 4 sal û ji sûcê “mûxalefeta li dijî qanûnan çekên bigule” jî 3 sal cezayê hefsê li Gencer hate birîn.    DOSYA LI DADGEHA BILIND E   Li dijî biryarê hem parêzerên malbata Denîz Poyraz hem dozger hem jî parêzerê Gencer serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê serlêdana ji aliyê parêzerên malbata Poyraz ve hate kirin di 19’ê cotmeha 2023’yan ji esasê red kir. Parêzerên dozê li ser vê yekê îtîrazî Dadgeha Bilind kirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xwest ku îtîrazên têkildarî dozê hatine kirin bên redkirin. Di mutalaya ji 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind re hate şandin de hate xwestin ku serlêdanên parêzeran ên têkildarî nekomkirina delîlan, lêpirsîn û peyketineke bi bandor nehatiye kirin bên redkirin. Dosya hêj li Dadgeha Bilind e.    Yek ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç pêvajoya dozê nirxand.    Parêzer Turkan Aslan Agaç    LÊPIRSÎN JÎ DARIZANDIN JÎ KÊM E   Aslan Agaç, diyar kir ku 18 saet di binçavan de hiştina kujer jî dide nîşandan ku pêvajoyeke bi bandor nehatiye birêvebirin û wiha got: “Tevî daxwazên me bi lêpirsîneke bi ser ve ya dozgerê dosyayê îdianame hate amadekirin. Di 7 danişînan de pêvajoya darizandinê hate qedandin. Şandeya dadgehê tevî ku hemû kêmasiyên di pevajoya lêpirsînê de me anîn ziman jî lêgerîna heqîqetê bi nîqaşa belgeya rayeyê paşguhkir. Parêzer ji eywana danişînê hatin dûrxistin. Di du danişînên dawî de ne parêzer ne jî beşdarvan negirtin hundir. Di danişîna ku em nebûn de pêvajoya darizandinê hate bidawîkirin.”   Aslan Agaç, bi lêv kir ku îtîrazên ku li îstînafê kirine li ber çavan nehatine girtin û di mehekê de biryar hate dayîn: “Bêyî ku bergê dosyayê were vekirin cezayê li kujer hatiye birîn hate pejirandin. Temamê îtîrazên me hatin paşguhkirin. Dosya niha li 1’emîn Daîreya Dadgeha Bilind e. Di rojên borî de teblîxatnameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hat. Di vê teblîxatnameyê de îtîrazên me hincetên temyîzê bi berfirehî cih girtin û hatiye gotin ku daxwazên me li ser esasê hatine redkirin. Em li bendê ne ku li Dadgeha Bilind biryarek were dayîn.”   ‘DIVÊ FAÎLÊN SIYASÎ BÊN AŞKEREKIRIN’    Aslan Agaç, destnîşan kir ku ji bo darizandineke rasteqîn divê bêhiqûqiyên hem li dadgeha herêmî hem jî yên di pêvajoya îstînafê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve bên tespîtkirin û wiha domand: “Dadgeha dereceya ewil tu darizandinek pêk neanî. Tenê derbarê kesekî ku bi çeka xwe li cihê bûyerê hate girtin de hukum da. Hukmê hate dayîn jî kêm e. Divê ewilî ev veguhere xebateke darizandinê. Ji ber ku rêgeza bingehîn a darizandinên cezayî ew e ku tu li tiştên pişt bûyerê diqewimin digerî. Ji ber vê yekê ez li bendê me ku Dadgeha Bilind rê li ber darizandineke bi vî rengî veke. Em dixwazin dosya were xerakirin û ji dadgeha dereceya ewil re were şandin û bûyer bi tevahiya faîlên wê yên siyasî re bê aşkerekirin.”   Aslan Agaç, bi lêv kir ku di serdema Komarê ya Sedsalî de pergaleke hiqûqê ya rast nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ne xwediyê pergaleke ku li heqîqet û edaletê digerin e. Dibe ku bi ûsûl û qanûnan kêmasiyek nebe. Lê feraseta ku xebatên darizandinê bi rê ve dibe veguheriye mekanîzmayeke ku xwegihandina edaleteke rast asteng dike. Di bin navê hiqûqê de bêhiqûqî pêk tên. Heke me hiqûqeke rast û qanûn pêk anîbûna em da hem di pêvajoya lêpirsînê de hem jî ya darizandinê de rêgeza darizandineke adil esas bigirin. Heke darizandineke rast hebûya da ligel bersûc kesên pê dane kirin û lingê siyasî hatibûya aşkerekirin. Ji ber ku li heqîqetê nayê gerîn ne bersûc ne jî kesên pê dane kirin nehatin aşkerekirin.”    ‘DIVÊ MHP BÊ LÊKOLÎNKIRIN’    Aslan Agaç, bal kişand ku axaftina kujer Gencer a bi serokê Ocaxên Ulku yên MHP’ê re derketiye holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di van axaftinan de îşaret bi Navenda Giştî ya MHP’ê tê kirin. Dema em ji vê noxteyê bigirin dest divê faîlên esas li Navenda Giştî ya MHP’ê bê gerîn. Di lingê siyasî yê komkujiya Denîz Poyraz de divê MHP bê lêkolînkirin.”   MA / Semra Tûran