Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin 2024-06-13 10:46:31   XARPÊT - Alî Konar ku birayê wî Omer Hayrî Konar li Girtîgeha Îmraliyê de tecrîdê de tê ragirtin, li Xarpêtê hate binçavkirin.    Alî Konar ku birayê wî Omer Hayrî Konar li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di tecrîda girankirî de tê ragirtin, îro di danê sibehê de li mala xwe ya li Xarpêtê hate binçavkirin. Hat zanîn ku Konar, di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Gumuşhaneyê de hatiye binçavkirin.