Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin 2024-06-13 13:20:28   ENQERE - Egîtîm Senê rapora xwe ya “Rewşa Perwerdeyê ya dawiya Sala Perwerde û Hînkirinê ya 2023-2024’an” eşkere kir. Sendîkayê bal kişand ser mufredata nû û got ku tê xwestin nifşekî napirse, îtîraz nake biafirînin.    Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) rapora xwe ya “Rewşa Perwerdeyê ya dawiya Sala Perwerde û Hînkirinê ya 2023-2024’an” eşkere kir. Rapor, li navenda giştî hate eşkerekirin.    Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak rapor xwend. Irmak, da zanîn ku projeyên weke ÇEDES’ê ku bi hevkariya Serokatiya Karên Diyanetê, weqf û komeleyan tên meşandin zêde dibin. Irmak, da zanîn ku bi projeya MESEM’ê jî xwendekar weke hêza erzan a kar tên bikaranîn.    ‘442 HEZAR Û 643 XWENDEKAR DERVEYÎ PERGALÊ NE’    Irmak, da zanîn ku li gorî daneyên fermî; ji 17 milyon û 558 hezar û 25 xwendekaran 442 hezar û 643 jê li derveyî pergala perwerdeyê ne. Irmak, da zanîn ku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê bi pirsgirêkên giran ên aboriyê re rû bi rû ye, biqasî pêwîst nikarin bixwin û vexwin.    NIFŞÊ NAKEVE NAVA LÊPIRSÎNÊ   Di berdewamê de Irmak diyar kir ku di guherîna mufredatê re êdî nifşekî nakeve nava rapirsînê, napirse û îtîraz nake tên gihandin. Irmak, got ku divê teqez mufredat li ser bingeheke zanistî were avakirin.    PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ   Irmak, bi bîr xist ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê hêj çareser nebûye û wiha got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke yê însanî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê ji hêla pêşketina mejî, jîrbûn û nasnameyeke bitendurist bivê nevê ye û rêgezeke perwerdeyê ya sereke ye. Divê ev derfet tavilê ji bo hemû xwendekaran bên afirandin.”    Irmak, herî dawî jî got ku dê têkoşîna wan a ji bo pewerdeyeke laîk bidome.    Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin temamiya raporê: https://egitimsen.org.tr/2023-2024-egitim-ogretim-yili-sonunda-egitimin-durumu/