Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne 2024-06-13 16:20:40   COLEMÊRG - Li Colemêrgê mitînga “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” ku bi deh hezaran kes tev li bûne dest pê kir.    Li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de ya li Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mitîng tê lidarxistin. Bi deh hezaran kes ji du baskan ve ber bi qada otogarê ya li Taxa Tekserê ku mitîng lê tê lidarxistin meş li dar xistin. Di dema meşê de girse her deqîqeya derbas bû mezin bû û bi destpêkirina ketina qadê qada mitîngê tejî bû.      Bi deh hezaran kesên ku qada mitîngê bi devîre tejî kirin her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Colemêrg a me ye” , “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û govend gerandin. Welatiyên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdar bûn. Ji qada mitîngê li dijî qeyûm jî her tim dirûşm tên berzkirin.    Mitîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re axaftinan dest pê kir.