Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe 2024-06-13 18:19:35   COLEMÊRG - Nûnerên partiyên siyasî yên di mîtînga li Colemêrgê de xivîn, li dijî qeyûm peyama berxwedanê dan.    Piştî ku di 3'yê Hezîranê de qeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, îro li bajêr bi dirûşmeya "Şaredarî yên gel in, em ê rê nedin xespkirinê" hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr şahîn malaviyay gel kir.   Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî got: "Wê gelê me heya dawiyê li dijî xespkirina vînê li ber xwe bide. Em ê vî bajarê ku we veguherandiye çewlika xwe ji we bistînin. Em ji xeynî vîna gel tu tiştî nas nakin."    Paşê nûnerên partiyên siyasî axivîn.   Endama MYK'ê ya Malên Gel Sevînç Hocaogûlalriyê got: "Ji vîna gelê me ditirsin û baş dizanin ku wê gel vîna wan a kufnikî serobino bike. Wê têkoşîna me bidome. Bijî biratiya gelan."    Nûnerê Herêmê yê EMEP'ê Ergîn Tekîn got: "Çavkaniya pirsgirêka ewlehiyê ya vî welatî polîtîkayên AKP'ê ne. Ya dikeve ser milê me berxwedan e."    Endamê MYK'ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûrtekîn got: "Wê ev politikaya qeyûm bi têkoşîna gel têk bişikê."    Endamê MYK'ê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Firat Çoban got: "Em ê li Colemêrgê we di nava rûpelên dîrokê de bifetisînin."    Endama MYK'ê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Evrîm Konakê got: "Ev gel di sindoqan de nişan da ku ew qeyüman naxwazın."    Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Jûlîna Gozen got ku ew ê her tim li ber xwe bidin û li dijî karmendên dagirkeriyê parastina vîna gelê kurd peywira her kesî ye.    Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) û Parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçûyê jî destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna yekbûyî hesan ji diz û talankeran bipirsin.    Sînan Çfîtyurk ku li ser navê KKP'ê axivî anî ziman ku desthilat vîna gelê kurd nas nake û got ku qeyûm deriyên şaredraiyan li gel digirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir anî ziman ku qeyûm dizî, cihêkarî û dijminatiya li hemberî jinan e û got: "Teqez em ê bi ser bikevin."    Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçakê jî destnîşan kir ku mafê her kesî tê xespkirin.    Hevberdevka Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) Esengül Demir got: "Em ê ji nû ve dîrokê binivîsin û em ê rê nedin xespê. Bijî berwxedana Colemêrgê.”   Nûnera Partîzanê Nurgül Ucî got: "Qethiyen em ê serî li ber polîtîkayên qeyûman netewînin. Em ê bi têkoşîna yekbûyî li qadan bin."    Aktivîsta TJA'yê Adalet Fîdanê jî destnîşan kir ku wê jin destkeftiyên xwe biparêzin.    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmezê jî destnîşan kir ku ew qeyûmên rejîmê qebûl nakin.   Endamê PM'ê yê Partiya Çepên Kesk Ahmet Şimşek jî kesên li dijî zilmê rabûne silav kir.