Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan 2024-06-14 09:01:00   ANTALYA - Hate zanîn ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê li gelek girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn.    Hate zanîn ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê li 40 girtiyan cezayê hucreyê hatiye birîn. Hate diyarkirin ku bi hinceta çalakiyên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan li dar xistine 11 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Her wiha hate ragihandin ku berdana hin girtiyan hatiye taloqkirin. Yek ji girtiyên cezayê hucreyê lê hate birîn Îslam Erdogan, bi lêv kir ku personelên girtîgehê amblema gur bi milê xwe yê çepê ve dikin û wisa digerin.    Erdogan, da zanîn ku wan dernaxînin tu fealiyetên civakî û her tim bi ser qawişên wan de digirin. Erdogan, anî ziman ku radyoyên ji qantînê girtine jî hatine desteserkirin û got: “Em bi biryar û bawer in têkoşîna me dê bidome. Em amade ne ku di vê oxirê de her cure peywîra dikeve berê me bikin.”