Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye 2024-06-14 09:27:07 MÊRSÎN - Parêzer Îbrahîm Cînbaş diyar kir ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi dosyeyeke tu tiştê wê yê şênber tune ye hatiye girtin û got: "Dawiya vê bêhiqûqtiyê tune ye. Ger deng neyê derxistin wê hilbijartin ji bo tevahiya Tirkiyeyê bêwate bibin."   Çalakiyên bertekdayinê yên li dijî tayinkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê û girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, didomin. Endamê Meclisa Şaredariya Yenîşehîr a Mêrsînê û Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Îbrahîm Cînbaş, têkildarî hêla hiqûqî ya xespkirina vînê axivî.    Cînbaş diyar kir ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ku bi Rewşa Awarte (OHAL) a di sala 2016'an de hatibû îlankirin hatibûn derxistin, rê li ber tayinkirina qeyûman hatiye vekirin, lê belê seretaskirinên hatine kirin ne hiqûqî ne. Cînbaş bal kişand ser Qanûna Şaredariyê ya bi Hejmara 5393 û got ya hatiye kirin neheqiyeke mezin e ku li kesên rayê xwe dane.    ‘XEFIKEKE HIQÛQÎ'   Cînbaş anî ziman ku Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji ber xebatên siyasî hatiye sûcdarkirin û got: "Lêpirsîna Akiş bêyî delîleke wê ya şênber hebe hatiye amadekirin. Ev lêpirsîn xefikeke hiqûqî ye. Hûn ji bo bê hilbijartin dihêlin tevlî hilbijartinê beibe û partiya wî ji bo wî dixebite. Û bi awayekî di hilbijartinê de bi ser dikeve. Paşê jê re tê gotin ku 'tu nikarî bibî şaredar.' Pir eşkere ye ku tu hêleke hiqûqî ya vî tiştî tune ye. Em dibînin ku ji bo kurdan siyaset bedêleke giran e. Gel, di sindoqan de berteka xwe nîşan dide."    Cînbaş bilêv kir ku dawiya vê bihiqûqîtiyê tune ye û got: "Lê divê deng bê derxistin. Ji lew re ger deng neyê derxistin wê ji bo tevahiya Tirkiyeyê hilbijartin bêwate bibin."    Cînbaş destnîşan kir ku bi destê desthilatê xebatên şaredariyê tên "terorîzekirin" û got: "Lê gel di hilbijartinê de nîşan da ku ew guh li vê nake. Ji lew re pêdiviyên bingehîn ên gel hene. Gel xizan e û pirsgirêkên wan hene. Lewma bersiva gel pir zelal e. Divê ev yek ji aliyê desthilatê ve bê fêmkirin. Lewma divê tevahiya raya deokratîk bertekê nîşan bide."