Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye 2024-06-14 14:21:47   ÎZMÎR - Hate diyarkirin ku polîsan Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş şopandine, tacîz kirine û gef lê xwarine. Parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan bertek nîşanî vê yekê dan.    Hate diyarkirin ku polîsan Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş şopandine, tacîz kirine û gef lê xwarine. Li ser vê yekê li Îzmîrê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi civîna çapemeniyê bertek nîşanî vê rewşê dan. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li civîna ku li ÎHD’ê hate lidarxistin bûn.    Di civînê de ewilî Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Gulay Bîlîcî axivî. Gumuş, diyar kir ku Gumuş bi hinceta xebatên komeleyê di demeke nêzîk de gelek caran hatiye şopandin û tacîzkirin. Bîlîcî, anî ziman ku Gumuş li ber ofîsa xwe mala xwe li qadên ku jiyana xwe ya taybet dimeşîne tê şopandin û wiha got: “Dema li wesayîta veguhestina komî siwar bû hate şopandin û peya bû pêşiya wê hate girtin û zext lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin. Ev tacîza polîsan a li Zîlan Gumuş ji ber xebatên wê yên komeleyê û têkoşîna wê ya mafên mirovan pêk tê. Ev tacîz ji bilî bêdengkirina parazvanên mafên mirovan ên jin û çewisandina têkoşîna mafên mirovan tiştekî din nîne.”   ‘DIVÊ BERPIRSYAR BÊN AŞKEREKIRIN’    Bîlîcî, destnîşan kir ku ji roja ÎHD hatiye avakirin ve weke binpêkirinên mafên mirovan, darizandina adil, aştî, îşkence û mirinên biguman ên li girtîgehan di gelek mijaran de têkoşiyan e û anî ziman ku di dema van xebatan de 23 endamên ÎHD’ê û rêveberên wê di cînayetên “kiryarên ne diyar” de jiyana xwe ji dest dane. Bîlîcî, diyar kir ku tevî van hemûyan têkoşîn domandine û ev tişt got: “Zext û tacîzên li ser parazvanên mafên mirovan bidawî bikin. Divê tacîza polîsan a li dijî hevala me Zîlan Gumuş demildest bi dawî bibe. Em diyar dikin ku em ê pêvajoya meşandina lêpirsîna îdarî û edlî ya pêwîst a li dijî polîsan û aşkerakirin û cezakirina berpirsyaran bişopînin.”   Gumuş a pişt re axivî jî bi lêv kir ku ji bo ku jineke parazvana mafên mirovan e zext lê tên kirin û diyar kir ku dê ji têkoşînê bi paş ve gavê neavêje.