Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan 2024-06-14 15:09:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Serdar Karakoç ku bi daxwaza îadeyê ya Almanyayê hate girtin, îro li dadgehê bi şert hate berdan.   Rojnamevan Serdar Karakoç ê li Hollandayê hate girtin, îro li dadgehê bi şert hate berdan. Dadgehê 5 hezar euro kefalet diyar kir û biryar da ku Karakoç hefteyê rojekê îmzeyê bide. Her wiha pasaporta Karakoç hate desteserkirin û qedexeya derketina derveyî welat hate danîn.   Dadger biryar da ku Karakoç beşdarî rûniştina 24'ê tîrmehê bibe.   Karakoç di 23'ê Gulanê de ji aliyê polîsên Hollandayê ve ji mala xwe hatibû binçavkirin. Karakoç li ser daxwaza îadeyê ya Almanyayê hate girtin. Karakoç ji salên 1990'î û vir ve di nava karê çapemeniya azad de ye.