Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm 2024-06-14 23:34:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Di nobedên li ber şaredariyên DEM Partiyê de, gel bi dowîzên "bicehime qeyûm" çalakiya xwe domandin.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Di doza ku jê dihat darizandin de 19 sal û 6 meh ceza li Mehmet Siddik hat birîn. Çalakiyên protestoyî yên li dijî bûyerê didomin.    ÎZMÎR   "Nobeda Edaletê" ya ku li Îzmîrê li dijî qeyûmê tayînî şaredariya Colemergê hat kirin ji aliyê partî û saziyan ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 9'emîn de dewam kir. Nobeta  aştiyê ya li ber Sumerbank a Berê pêk hat, dayikên aştiyê û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.   Nobet piştî çalakiya runiştinê ya nîv saet şûnde bidawî bû.   AMED   Nobeda li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 navçeyên wê di roja 11'an de dewam kir. Hevşaredar, endamên meclisê, TJA, DBP, DEM Partî, MEBYA-DER, TÛAY-DER, OHD û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes beşdarî nobedê bûn. Di nobedan de dowîzên li ser "Bicehime qeyûm", "dest nede vîna gel" nivîsandî hatin hilgirtin.   ÊLIH   Colemêrg'deki irade gaspına karşı Êlih Belediyesi önünde devam eden nöbete de DEM Parti ve DBP il, ilçe yöneticileri, TJA ve kentteki sivil toplum örgütü temsilcileri de katıldı. Eylemde sık sık “Baskılar bizi yıldıramaz” ve "Kayyımlar gidecek, halklar gelecek” sloganları atıldı.   Belediye önündeki oturma eylemi devam ediyor.   Rêveberên DEM û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, TJA û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî di nav de gelek kes tevlî çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Êlihê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên "Zext nikarin me bişkînin" û "Ewlî wê derkevin, gel wê werin" hatin berzkirin.