Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye 2024-06-15 09:02:16 COLEMÊRG - Welatiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm beşdarî mitînga Colemêrgê bûn diyar kirin ku ew amade ne ku bi xwîn û canê xwe hemû fedakariyan bikin û gotin: “Ji bo ku rêzgirtin ji destkeftiyên gel re bigirin heta dawiyê têkoşîn. Polîtîkayên qeyûman li dijî rûmeta mirovahiyê ye."  Li Colemêrgê di 13’ê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em destûrê nadin desteserkirinê” mitîngek hate lidarxistin. Li qada mitîngê ku bi beşdariya hezaran kesên ji bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê hatin, hêrsa li dijî qeyûm olan da. Colemêrgê carek din mazûvaniyê ji rojekî dîrokî re kir û xelkê got vaye ev çiya û gelî hemû şahid in ku kes li ser vê axê qeyûm naxwaze. Welatiyên beşdarî mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn û li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê nerazîbûna xwe anîn ziman.    'HETA DILOPA XWÎNA XWE YA DAWÎ...'    Dayika Aştiyê Emîne Koç a ku ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê tev li mitîngê bû diyar kir ku kesên li qada mitîngê kom bûn qeyûm qebûl nakin. Koç destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbeya li dijî vîna gel e û wiha got: “Li şûna hevşaredarên me yên ku me bi îradeya xwe hilbijartine, qeyûm tên tayînkirin. Em vê rewşê qebûl nakin. Ev yek nenasîna mafê me yê hilbijartinê ye. Heke dê qeyûm tayîn bikin, çima hilbijartinê dikin? Tenê armanca tayînkirina qeyûman ew e ku parekê bidin çete û dizan. Tişta ku dikin diziya şaredariyên gel e. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî rejîma qeyûm têbikoşin û dest ji vê tekoşînê bernedin. An dê şaredariyên me bidin me an jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”   ‘DIVÊ EM RÊ NEDIN DESTESERKIRINÊ'    Welatiyê bi navê Mehmet Dogûk ê ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê beşdarî mitîngê bû, diyar kir ku tayînkirina qeyûman gavek û polîtîkayeke şaş e û destnîşan kir ku divê ev gav paşve bê avêtin. Dogûk da zanîn ku divê kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li ser kar bin û ev tişt got: “Em dixwazin şaredariyên xwe bixwe birêve bibin. Em naxwazin qeyûm bên tayînkirin. Divê hemû şaredariyên ku ji aliyê partiya me ve hatine bi dest xistin, ji aliyê gel ve bên bê birêve birin. Ji bo pêşîgirtina li tayînkirina qeyûman divê kes bêdeng nemîne. Em dikarin şaredariyên xwe biparêzin, xwedî derkevin û pêşî li tayînkirina qeyûman bigirin. Divê em rê nedin ti kesî ku destdirêjiyê li vîna gelê kurd bike.”     ‘EM RÊ NADIN VAN POLÎTÎKAYAN’   Welatiyê bi navê Ferhan Turk ê ku ji Qosera Mêrdînê beşdarî mitîngê bû jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got ku ew ji bo Colemêrgê kom bûne. Turk anî ziman ku polîtîkayên tayînkirina qeyûm li dijî mirovahiyê ye û got: “Êdî sebra gelê kurd nemaye ku qeyûman qebûl bike. Ev bû sê car in qeyûman tayînî li ser şaredariyên me dikin. Qeyûm tenê ji bo nasnekirina îradeya gelê kurd tê tayînkirin. Divê gelê kurd jî li ber vê helwestê şaredariyên xwe biparêze, qeyûm qebûl neke da ku polîtîkaya qeyûm gav paşve biavêje. Em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd wê bi berxwedana xwe rê nede van polîtîkayên qeyûman.”   ‘EM JI BILÎ AŞTIYÊ TIŞTEKÎ DIN NAXWAZIN’   Fatma Karataş a ku li dijî darbeya li vîna gelê Colemêrgê hatiye kirin ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatibû jî anî ziman ku daxwaza bi hezaran kesên li qada mitîngê ew e ku gelê kurd xwedî li mafên xwe derbikevin. Karataş bi domdarî wiha got: “Zilm û zordariyek mezin li ser gelê kurd heye û em bi hev re li dijî vê yekê ne. Li şaredariyên ku me bi ked, têkoşîn û berxwedaneke mezin bi dest xistine qeyûm tayîn dikin. Wext nadin şaredarî ji bo gel bixebitin. Qeyûm zilm e. Di vî temenî de, di rewşa xwe ya nexweş de, ez bi saetan rê hatin da ku tayînkirina qeyûm paş ve bikêşin. Em ji bilî edalet, aştî, maf û hiqûqê tiştekî din naxwazin.”   ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’   Welatî Arif Tûrgay jî diyar kir ku qeyûm ji bo gelê kurd tê wateya talan, dizî, desteserkirina îrade û fesadiyê. Tûrgay da zanîn ku ji bo nîşan bidin ku ew li gel berxwedana gelê Colemêrgê ya li dijî desteserkirina îradeyê ne, hatin bajêr û ev yek anî ziman: “Heta ku qeyûm neçe em ê li her derê berxwedana xwe bidomînin. Ger sedemek ji bo tayînkirina qeyûman hebe, divê meclîsên şaredariyan li şûna qeyûm tayîn bikin, hevserokekî nû hilbijêrin. Ger nexwazin aramiya gel xera bibe, divê gavekî wiha bavêjin. Heta ku ev rewş bi awayekî qanûnî neyê meşandin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   ‘AKP VÎNA GEL NAS NAKE’   Herî dawî welatiyê bi navê Şehmuz Ekîn jî axivî û anî ziman ku tayînkirina qeyûman ji bilî zilm û hiqûqê ne tiştekî din e. Ekîn wiha axivî: “Qeyûm bi zelalî wiha dibêje ‘ez vîna gelê kurd nas nakim, kurd li van xakan najîn û kurd ne xwedî îrade ne'. Bi vê helwesta xwe dijminatiya xwe ya eşkere nîşan dide. Hemû hevserokên me bi deng û vîna gel hatin hilbijartin. Hikûmeta AKP’ê vê îradeyê nas nake û desteser dike. Zarokên me şev û roj, li zindanan û li her derê ji bo vîna gel têdikoşin. Em amade ne ku bi xwîn û canê xwe hemû fedakariyan bikin da ku destkeftiyên vî gelî paşde bistînin.”   MA / Bazîd Evren - Mazlum Engîndenîz