Gelek Denîz li pey Denîzê radibin 2024-06-15 09:15:37 ÎZMÎR - Cîhan Alîoglû ku navê Denîz Poyraz li keça xwe kir, diyar kir ku divê navê Denîz li her derê bê zindîkirin û got: "Ji bo neyê jibîrkirin em ê navê wê li zarokên xwe bikin."    Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Onûr Gencer xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Di heman rojê de dayika wê Fehîme Poyrazê li ber avahiya partiyê gotibû "Denîzek diçe ezar Denîz tên." Bi dehan kesên ku bandor ji vê gotina dêya wê girtin û navê Denîz Poyrazê li zarokên xwe ku nû çêbûn kirin.    Malbata Alîoglû ya li Îzmîrê dijî jî bandor ji gotinên dayik Fehîme Poyraz girt û navê Denîzê li keça xwe ya 2 sal berê hat dinê kir.      Dayik Cîhan Alîoglû diyar kir ku tenê carekê Denîz Poyrazê dîtiye û got ku gava ji hevjînê xwe re gotiye ew dixwaze vî navî li keça xwe bike hevjînê wê qebûl kiriye û got: "Her cara gazî keça xwe dikim, kelogirî dibim. Her cara gazî wê dikim Denîz Poyraz tê bîra min. Wç tu carî ji bîra me neçe."    'DIVÊ NAVÊ WÊ LI HER DERÎ HEBE'   Alîoglûyê bilêv kir ku divê navê Denîz Poyraz li her malê hebe û got: "Dayika Fehîme tê mala min. Gava çav pê dikevim ez dibêjim 'wa keça te hat' û ez keça xwe dixim hemêza wê. Ew jî ji dilê wê hemêz dike û pê re eleqedar dibe. Gava ez wan dibînim ez pir kêfxweş dibim. Heya ji dest min tê ez wêneyê keça xwe jê re dişînim. Kêfxweş dibe."    Alîoglûyê destnîşan kir ku Denîz Poyraz jineke têkoşer bûye û got: "Denîz ji bo me keseke nejibîr e. Em ê her tim navê wê zindî bikin û ji bo neyê jibîrkirin em ê navê wê li zarokên xwe bikin."