Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir 2024-06-15 09:26:02   STENBOL -Keça Huda Kaya, Nûrcîhan Rençber ji bo danişîna diya xwe ya ku 7 meh in bi biryareke siyasî di girtîgehê de ya bang kir û got: "Ez bang li hemû kesên ehlê heq û edaletê ne dikim ku piştevaniya ji bo Huda Kaya xurt bikin."    Di îdiayanemeyê de ku der barê siyasetmedar Huda Kaya de hat amadekirn, 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hezar û 680 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Kayay ku 7 meh in di Girtîgeha Marmarayê de ye û di çaçroveya Doza Kobanê de tê darizandin, îdianameya wê ji aliyê 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.    Kaya, wê di 25'ê hezîranê de derkeve pêşberî dadger.    Bertekên li dijî girtina Kaya didomin û pê re jî nivîskarên îslamî bi navê "Edalet ji bo Huda Kaya" kampanyayaê îmzeyê dan destpêkirin.      Keça wê Nûrcîhan Rençber, ji bo danişîna wê ya ku wê di 25'ê Hezîranê de bê lidarxistin bang kir.    Rençber destnîşan kir ku dêya wê di seranserê jiyana xwe de bêyî cihêkariyê bike li dijî zaliman mexdûran parastiye û got: "Ev helwesta dêya wê beriya parlementeriya wê jî hebû û piştî parlementeriya wê jî. Ew niha di Girtîgeha Marmarayê de ye. Gelek derdorên cuda ji bo wê kampanyayan li dar dixin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."    Rençber bilêv kir ku moralê dêya wê baş e û got ku doza der barê dêya wê de siyasî ye. Rençberê got: "Huda Kaya belesebeb di girtîgehê de ye. Ev doz ne hiqûqî ye, siyasî ye."   Rençber destnîşan kir ku ew berê jî bi rewşên bi vî rengî re rû bi rû mane û bal kişand ser têkoşîna ji bo sergirtinê ya di sala 1999'an de û got: "Di sala 1999'an de ji ber têkoşîna sergirtinê ez û dêya xwe û 2 xwişkên xwe di Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê de bûn. Em bi rêya çapemeniyê hîn bûbûn ku em bi îdamê tên darizandin. Diya min niha jî di girtîgehê de ye. 38 caran cezayê muebeda giran û nêzî 20 hezar sal ceza jê re tê xwestin. Em bi îdianameyeke pûç re rû bi rû ne."    Rençber bilêv kir ku darizandina tê kirin bêhiqûqî ye û got: ""Ez bang li hemû kesên ehlê heq û edaletê ne dikim ku piştevaniya ji bo Huda Kaya xurt bikin."