Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn 2024-06-15 14:55:40 RIHA - Ferdên malbata Şenyaşar di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe tên bibîranîn. Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ji aliyê alîgirên AKP’ê ve hatibûn kuştin.  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Her sê ferdên malbatê di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Asrî ya Pirsûsê tên bibîranîn.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û lawên wê hatin qetilkirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar ê ku ji komkujiyê birîndar rizgar bû û gelek kes beşdarî bernameya bîranînê bûne.    Berfirehiya nûçeyê tê...