Li Eskîşehîrê tundiya mêr 2024-06-16 10:20:40   ESKÎŞEHÎR - Gurkan Çîfçî, hevjîna xwe Sîbel Çîfçî û keça wê Cemre G. qetil kirin.    Gurkan Çîfçî, li kolana Hidirbey a taxa Batikent ya navçeya Tepebaşi ya Eskîşehîrê, hevjîna xwe Sîbel Çîfçî bi çekê qetil kir. Gurkan Çîfçî yê pişt re çû mala xwe ya li qata duyemîn, keça Sîbel Çîfçî ya 16 salî Cemre G. qetil kir. Gurkan Çîfçî dû re bi heman çekê întîhar kir.    Bi ser îxbara cîranên dengê çekê bihîstin gelek tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.