Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî 2024-06-16 10:21:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezayên ku di roja ewil a betlaneya cejna qurbanê ya 9 rojan pêk hatin de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 421 kes jî birîndar bûn   Di roja ewil a betlaneya 9 rojan a Cejna Qurbanê de 852 qezayên trafîkê pêk hatin. Di encama qezayên pêk hatin de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 421 kes jî birîndar bûn.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya yê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî mijarê agahî dan, diyar kir ku 15’ê hezîranê roja şemiyê ku roja ewil a betlaneyê bû 407 hezar û 731 wesayît hatine kontrolkirin, li 24 hezar û 357 wesayîtan ji ber lez û radar, li 42 hezar û 20 wesayîtan jî ji ber hin kêmasiyan derbarê wan de kirarî hatine kirin. Yerlîkaya her wiha da zanîn ku di qezayên trafîkê yên pêk hatin de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 421 kes jî birîndar bûne.