Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir 2024-06-16 22:18:51   AMED - Li Amedê nobedên rûniştinê ku li dijî tayinkirina qeyûm hatine destpêkirin, li ber avahiya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê bi wesileya Cejna Qurbanê bi konserê ve berdewam kir.   Li Amedê li dijî tayinkirina qeyûm a ser Şeredariya Colemêrgê, nobeta rûniştinê li ber avahiya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Nobeta îro bi wesîleya Cejna Qurbanê bi konsera hunermend Azad Bedran ve berdewam kir. Li navçeyên Amedê jî gel bi tevlibûna konserê nobedên xwe yên îro li ber Şeredariya Bajarê Mezin domandin. Welatiyên ku li ber şeredariyê kom bûn li vir cejna hev û du pîroz kirin. Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak, hevşeredarên navçeyên Amedê û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Erziromê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî beşdarî konserê bûn.   Hevseroka DEM Parti ya Amedê Pinar Sakik Tekin ku di konserê de axivî û bi lêv kir ku di cejnê de jî berxwedana wan a li dijî qeyuman berdewam dike û wiha got: “Bêtehamuliya desthilata AKP û MHP'ê ya li dijî destkêftiyên kurdan berdewam dike. Çawa ku me bi hev re ew destkêftî bi destxistin, dîsa em ê bi hev re van destkêftiyên xwe biparêzin. Em li vir in. Têkoşîna me berdewam dike wê berdewam bike.”      'GELÊ ME XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERDIKEVE'    Piştrê jî Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo me pêvajoyeke dijwar e. Gelê me xwedî li îradeya xwe dertê. Em dixwazin rêz ji hilbijartinan bê girtin. Gelê me bi vê bawerî û vîna xwe li vir e. Em partiyeke ku bi rêveberiya herêmî bawer dike ne. Ji ber vê yekê gelê me li 79 şeredariyan namzetên Partiya DEM’ê hilbijartin û weke îradeya xwe nîşan dan. Divê vê îredeyê re rêz bê girtin. Di van 8 salên qeyyum de taxrîbateke mezin derket hole. Em jî ji bo vê taxrîbatê ji holê rakin şev û roj dixebin.”    'HEZA HERÎ MEZIN GEL E'    Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku nobeda wan a li dijî tayinkirina qeyyum îro dê bi konserekê berdewam dike û ev tişt gotin: “Di dema pîrozkirina cejnê de jî li hemû şaredariyan li dijî tayinkirina qeyyuman berxwedanek heye. Bersiva herî tund li hemberî kesên ku dixwazin desteserkirina îradeya gel bi qeyûman bidomînin, berteka gel e. Behsa biratiyê dikin. Ferqa dengê gelê Amedê û dengê gelê Yozgatê çi ye? Biratî pêşî bi wekheviyê pêk tê. We dest danî ser Şaredariya Amedê. Hevşaredar Selçûk Mîzrakli hê jî di girtîgehê de ye. Em baş dizanin ku we sûcê herî mezin bi destdanîna ser vîna gel pêk aniyê.  Bi vê minasebetê em silavên xwe ji Selçûk Mîzrakli, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî re dişînin. Dixwazin bi rêya girtîgehan tewandina serî li kurdan ferz bikin. Yekane daxwaza kurdan ew e ku di nav Neteweya Demokratîk de bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li kurdan bi tayinkirina qeyyuman didomîne. Lê wan fêm nekir ku ev gel sed sal e serî li ber van polîtîkayan netewandiye. Em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî netewînin. Li dijî tayinkirina qeyuman hêza herî mezin wê berxwedan û xwedîderketina gel be.”   Piştî Beştaş Azad Bedran jî berî stranan bêjê axaftineke kurt kir û got: “Em çiqasî serketî û mezin bin, ew ê ew qas xemgîn bibin. Ji ber vê yekê, bijî berxwedana we, bijî kenên me, em çiqasî bi coş bin ew qas xemgîn bibin. Belkî îro ew ronahiya me asteng dikin, çiqasî asteng bin jî, divê em profesyoneltir bin, çiqasî me asteng bikin, ewqas hewcedariya me bi serkeftinên mezintir hene. Silav û silav ji we hemûyan re.”    Piştî axaftinê Bedran bi stranên xwe coş da nobedên rûniştinê. Gel jî bi gerandina guvendan nobedên rûniştinê wek şahiyeke domand.