Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê 2024-06-17 09:16:03   ENQERE - Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê ji bo bibe endamê DEM Partiyê serlêdan kir, hîn bû ku bêyî agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê.    Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê ji bo endamtiya partiyê serî li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) da bi bersiva “Ji ber ku endamtiya we ya partiyeke din xuya dike em nikarin we bikin endamê partiya xwe” re rû bi rû ma. Aykol bi vê yekê re hîn bû ku ew kirine endamê AKP’ê. Aykol ê li ser vê yekê bi ser e-dewletê endamtiya xwe ya partiyê kontrol kir, dît ku ji serê sala 2024’an ve endamê Rêxistina AKP’ê ya Etîmesgûtê ye.    Aykol, bi lez û bez ji ser e dewletê endamtiya AKP’ê bi dawî kir.