Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir 2024-06-17 12:06:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku piştî Benny Gantz ji kabîneya şer derket, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû kabîne fesih kiriye.    Hate îdiakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû kabîneya şer fesih kiriye. Li gorî nûçeya Reutersê biryar piştî ku endamê Kabîneya Şer Benny Gantz ji hikumeta rewşa awarte îstîfa kiriye hatiye ragihandin.    Gantz rojên derbasbûyî bi daxuyaniyekê wiha gotibû: “Ez bi xemgînî radigihînim ku bi awayekî fermî ji hikumetê îstîfa dikim.” Gantz îdîa kir ku Netanyahû pêşî li Îsraîlê digire ku ‘ber bi serkeftina rasteqîn ve biçe’ û da zanîn ku Netanyahû biryarên giradayî nêrînên siyasî digire.   Netanyahî jî rexne kiribû ku Serokê Partiya Yekitiya Netewî Gantz “biryara xwe ya îstîfayê di demeke rast de newergirtî ye.”   Têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.