Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’ 2024-06-17 15:57:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Serdana şaredariyan a Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan didomin. Di serdanan de peyama “şaredarvaniya gelparêz” derket pêş Serdanên Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan ji du baskan ve didomin. Bakirhan şandeya pê re serdana Şaredariya Sêrtê kirin. Girse bi tev li bûna gelek kesan bernameyan serdanan domandin. Bakirhan di serdanê de anî ziman ku Sêrt di 31’ê Adarê de bersivekî xurt da “pergala xespkar” û wiha got: “Heke em bi hev re bixebitin û yekitiya xwe xurt bikin tu kes nikare deste xwe dirêjî îradeya me bike. Di 31’ê gulanê de partiya desthilatê bû partiya duyem û winda kir. Ji ber dijminatiya me dikin. Em ê bi hev re Tirkiyeyê bikin welatekî demokrattir. Em ê feraseta xespkar ji vê derê bişînin û dê bikin partiya tabeleyê.” ‘QEYÛM TAYÎN DIKIN, DIZIYÊ DIKIN’ Bakirhan da zanîn bi saya tevgera siyasî ya kurdan deriyên şaredariyan vekirin û bi bîr xist ku bi tayînkirina qeyûman careke din dertiyên şaredariyê hatin girtin û ev tişt gotin: “Şaredariya bêyî qer, qerdar kirin. Li şûna rêveberiyekî adîlane, qeyûman tayîn dikin û diziyê dikin. Vîna Sêrtê li vê derê ye, gelê me wan hilbijartiye. Heke hûn rêzê ji îradeya gel negirin nexwe hûn çima sindoqê datînin, heke hûn rêzê ji îradeya Colemêrgê negirin nexwe we çima sindoq danî. Bêjin ku ‘em hilbijartinê dikin lê kurd xaric’ em jî vê yekê bizanin.” ‘SEKNA BIBIRYAR ROJÊN XWEŞTIR TÎNE’ Şande piştre Serdana Şaredariya Misircê kir. Bakirhan li vê derê ji hêla Hevşaredar Sadiye Aktin û Mehmet Alî Riza hatin pêşwazîkirin. Bakirhan piştî pîrozkirina cejnê wiha axivî: “Dê ev rojên reş derbas bibin. Sêrt jixwe bajarekî têkoşer e. Di 31’ê Adarê de bersivekî xurt da. Em ê bi sekna xwe ya bibiryar di rojên xweştir de cejnan pîroz bikin.”   Bakirhan û şandeya pê re derbasî Bajarokê Ziyaretê bûn. Hevşaredar Berfîn Evren û Enes Cengîz şandeyê pêşwazî kiirn. Bakirhan li vê derê cejna gel pîroz kir û wiha got: “Gelê me yê Colemêrgê li ber xwe dide. Partiyên siyasî yên çepgir û rastgir û saziyên civakî yên sivîl ji qeyûm re gotin ‘na’. Ev yek gelek girîng e. Divê em ji aliyekê xizmeta gel bikin li aliyê din li dijî sepanên derveyî demokratîk xebatan bi pêş bixin.”  Bakirhan û şandeya pê re serdana Tirbeya Weysil Qeranî kirin û piştre serdana esnafan bernameya xwe domandin. Şandê li bajarokê bi dilgermî hate pêşwazîkirin. HATÎMOGULLARI LI MÊRDÎNÊ YE Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û şandeya pê re serdana şaredariyên li Mêrdînê kirin. Hatîmogullari ewilî serdana Şaredariya Şemrexê kir. Hevşaredar Kudret Ûçûk û Hamdîn Demîr şandeyê pêşwazî kirin û cejna hev pîroz kirin.   Hatîmogullari Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm lê hatiye tayînkirin û wiha got: “Me bi hev re dît bê ka qeyûm texrîbatekî çawa ava kir. Lewma hewce ye em bi her awayî tekoşînekî rêxistin bikin û siyaseta qeyûm vala derbixin.” PEYAMA ‘ŞAREDARVANIYA GELPARÊZ’ Hatîmogûllari da zanîn ku ew ê girîngiyê bidin şaredarvaniya xizmeta gel dike û wiha got: “Em ne cihê giliyan in lê cihê çareseriyan in. Divê em demildest feraseta şaredarvaniya gelparêz têxin meriyetê. Divê em di vê hêlê de li her derekî civînan li dar bixin û her kesekî vexwînin van civînan. Piştre divê em derbarê xebatan de gel agahdar bikin û piştre dest bi xizmetên xwe bikin.”   Hatîmogullari û şandeya pê re piştre serdana şaredariyên Dêrik û Qoserê kirin. Hatîmogullari di serdanan de wiha got: “Em qerdarin ku xizmeta gel bikin, em qerdarin ku di nava gel de bin.” Hatîmogûllari Denîz Poyraz a li avahiyê Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hatiye qetilkirin bi munasebeta salvegera qetilkirina wê bibîr anî û wiha got: “Ez Denîz Poyrazê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez dixwazin ji zarokên Qoserê Ûgûr Kaymaz li vê derê bi bîr bînim. Çîroka Ûgûr Kaymaz û Denîz Poyrazê dişibin hev. Ji bo carekî din çîrokên bi vî awayî neyên jiyîn, avakirina aştî û aramiyê di destê me de ye.” Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre serdana Şaredariyên Nisêbîn û Artûklûyê kirin.