Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da 2024-06-17 15:58:30   STENBOL - Lîstikvan Mehmet Esen bi dîmenekî li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da.    Bertekên ji beşên cuda yên civakê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tên nîşandan didomin. Serokê serdema berê yê Sendîkaya Kedkarên Sînemayê (Sîne Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger Mehmet Esen li ser hesaba xwe ya X’yê helbesta nivîskarê şanoyê û helbestkarê alman Berthold Brecht a bi navê “Tanka we çiqas xurt e generalê min” xwend û bertek nîşan da.    Lîstikavn Esen di videoya weşand de wiha got: “Ez dibêjim ku qeyûmên we çiqas xurt in xwediyên desthilatê. Gotina xwe dibêje. Lê qûsiriyeke wê heye, gel nexwaze nikare li wir bisekine. Em jî naxwazin.”