Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin 2024-06-18 09:04:37   STENBOL - Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr bertek nîşanî polîtîkayên cihêkariyê yên destilata AKP û MHP’ê yên li dijî girtiyan da û wiha got: “Hûn nikarin li gorî tirkan û kurdan polîtîkayên cuda bisepînin. Hûn nikarin li aliyekê yekî bidin jiyîn li aliyê din yekî bidin kuştin.”    Girtîgeh bûne navenda binpêkirinên mafan û di serî de girtiyên nexweş, jiyana girtiyan di xetereyê de ye. Di serî de 651 girtiyên nexweş ên giran bi giştî mafê jiyanê yê hezar û 564 girtiyên nexweş ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) bi rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” tê binpêkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2022’yan de 78, di sala 2023’an de 42 girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Bangewazî û çalakiyên ji bo berdana girtiyên nexweş tên lidarxistin wek nedîtî tên destgirtin. Lê belê fermandarên ji doza darbeya 28’ê sibatê ên hikûm xwarine, bi hinceta nexweşiyên domdar û pîrbûnê bi efûya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatin berdan.    Hevseroka Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez Demîr, têkildarî binpêkirina mafan ên girtîgehan û polîtîkayên dubendî yên desthlatê axivî. Dîlek Sonmez Demîr   GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ DIKIN   Demîr hezaran girtiyên di girtîgehan de tên ragirtin bi bîr xist, an ziman ku gelekîwan nikarin bi tena sere xwe pêdiviyên xwe çareser bikin û da zanîn ku bi zanebûn wan terkî mirinê dikin. Demîr di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hêj çend roj berê Ergun Akdogan ê di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Tekîrdagê de dihat ragirtin bi hinceta ‘ketiye’ rakirina nexwexaneyê, hate emeliyatkirn û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Di şexsê vî girtiyî de gelek girtiyên di demên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest dane hene. Ma desthilat van nabîne. Mînak giraniya girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday daket 41 kîloyan. Bi darê zorê hewl dide ku bijî. Desthilat dixwaze li ser girtiyên siyasî çavê gelê kurd bitirsîne. Tê bêy qey ‘Mafê jiyanê yê kurdan nîn e’ dibêje.”   CIHEKARÎ   Demîr cihêkariya polîtikayên desthilatê yên li dijî girtiyên nexweş ên siyasî û polîtîkayên li dijî leşkerên ji ber Doza 28’ê sibatê tên darizandin û hatine berdan bi bîr xist û wiha got: “Hûn nikarin ji kurdan re polîtîkayekî cuda, ji tirkan re polîtîkayekî cuda bisepînin. Hûn nikarin aliyekî yekî bidin jiyîn, aliyê din bidin kuştin.”   Demîr bal kişand ser Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên li girtîgehan ava bûne û wiha pê de çû: “Lijneya behsê xeberê, bi hincetên cuda, berdana girtiyan taloq dike. Ev lijne ne serbixwe ye. Dema em lê dinerin ji pêvajiya ava bûye heya niha em dibinin ku bi awayekî keyfî biryaran dide. Tê bêy qey ji jiyana girtiyên nexwşe re gef e.”    BANGA HESTIYARIYÊ   Demîr ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin banga hestiyariyê ji malbat, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl kir û ev tişt gotin: “Divê li dijî zextên heyî têkoşîn were meşandin. Divê tu kesê ji xwe re dibêje ez demokrat im û xwedî wijdan e, divê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemîne. Di serî de girtiyên nexweş, divê em dengê hemû girtiyan bibihîsin û dengê wan bilind bikin.”