Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-06-18 09:37:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezayên roja 3’yemîn a betlaneya cejnê çêbûn de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî qezayên trafîkê yên di roja 3’yemîn a betlaneya Cejna Qurbanê çêbûn de li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtalê agahî dan. Li gorî vê di 17’ê hezîranê roja duşemê de ku roja 3’yemîn a betlaneya cejnê ye 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 327 kes jî birîndar bûn.    Di her sê rojên ewil ên betlaneya cejnê de (Şemî, yekşem û duşem) 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 hezar û 43 kes jî birîndar bûn.