Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin 2024-06-18 10:21:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê welatiyê bi navê Îmad Mistefa Xelîl revandin.    Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyê bi navê Îmad Mistefa Xelîl revandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) komên girêdayî dewleta tirk welatiyê bi navê Îmad Mistefa Xelîl ê ji gundê Holîlê yê navçeya Racoyê ya Efrînê revand. Li gorî agahiyan, Îmad ji mala wî ya li nêzî Çerxerêya Newrozê ya li Efrîna dagirkirî hat revandin.    Hate diyarkirin ku Îmad beriya 2 mehan ji Tirkiyeyê bi darê zorê hatibû şandin.   Li Efrînê duh jî Mihemed Zimcî Mûrad (35) û birayê wî Fayîq Zimcî Mûrad (33) hatibûn revandin.