Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da 2024-06-18 16:11:38   ÊLIH - Ciwanê bi navê Vedat Înalcan ku ji ber germa zêde kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da.    Ciwanê bi navê Vedat Înalcan (28) ku ji ber germa zêde li gundê Selîvê yê navçeya Hezo ya Êlihê, kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da. Înalcan ê piştî ji avê hate derxistin bi ambûlansa hate cihê bûyerê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê tevî hemû mudaxileyan jî nehate xelaskirin.    Cenazeyê Înalcan piştî kar û barên otopsiyê dê li Goristana Gundê Selîvê bê veşartin.