Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin 2024-06-18 16:42:47   AMED - Li mezraya Tunagragê ya navçeya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin. Yek ji welatiyan Kadriye Karatay bi gotinên “Beriya niha kesên em difikirin ku ji îstîxbaratê ne hatine gund. Bawer im wan pê ve kirine. Mahremiyeta me tê binpêkirin û tên temaşekirin” bertek nîşan da.    Li mezraya Tunagragê ya girêdayî gundê Herîdan a navçeya Pîran a Amedê kamera bi kaniya ku gundî avê jê tînin ve kirin. Gundiyên ku ji kameraya bêyî agahiya wan bi kaniyê ve hatiye kirin aciz bûn dê giliyê bikin.    Têkildarî mijarê em bi yek ji şêniyên mezrayê Kadriye Karatay re axivîn. Karatay, diyar kir ku kamera beriya 3-4 rojan bi kaniyê ve kirine û wiha got: “Dema em duh çûn ser kaniyê me ferq kir ku kamera bi dara li hemberî kaniyê ve kirine. Beriya niha jî kesên ku em difikirin ji îstîxbaratê ne hatine gund. Bawer im kamera wan pê ve kirine. Dema me kamera ferq kir em li midûriyeta polîsan geriyan. Ji me re gotin ‘em ê tişta hewce bikin’. Lê heta niha tiştek nekirin. Em hemû pêdiviyên xwe yên weke av û paqijiyê ji kaniyê pêk tînin. Bi pêvekirina kamerayê qada me ya jiyanê tacîz dikin. Mahremiyeta me tê binpêkirin û tên temaşekirin. Me duh ferq kir ku ji cihên pêwîst re ragihand. Ji ber hêj em nekariye ji gund derkevin me nekarî serlêdanê bikin lê me ji kesên ku li navendê dijîn xwest ku daxwaznameyekê bidin û gilî bikin.”