Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin 2024-06-18 17:30:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî îstatîstîkên Tîmên Fileh ên Aştiyê Tirkiye di 6 mehên sala 2024’an de herî kêm 833 caran Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Di êrişan de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Balefirên şer ên Tirkiyeyê daristana Berê Qepan û Çiyayê Derbî yê girêdayî navçeya Wertê ya li dora gundê Endzeya girêdayî Şengesera Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li daristanê şewat derket. Tîmên Fileh ên Aştiyê (Christian Peacemaker Teams-CPT), ser hesaba xwe ya medya dijîtal îstatîstîkên sala 2024’an parve kirin. Li gorî daneyên hatine parvekirin Tirkiye di nava 6 mehên sala 2024’an de  herî kêm 833 caran Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir û di van êrişan de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan.