Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn 2024-06-18 19:13:49   HATAY - MLKP'î Halîl Aksakal ê di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû bi ser gora xwe hate bîranîn.    MLKP'î Halîl Aksakal ê di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Harbiyeya navçeya Defneya Hatayê hate bîranîn. Malbata Aksakal, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), SYKP û gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê Naîm Ozbek di bîranînê de axivî. Ozbek anî ziman ku ew ê têkoşîna Aksakal bidomînin. Piştî axaftinan girse qurnefîl danî ser gora Aksakal.