Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye 2024-06-18 19:53:47   STENBOL - Hunermend Vedat Erîncîn anî ziman ku tayînkiirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ji mafê bijartin û bijirînê re “darbe” ye. Bertekên derdorên cuda yên li dijî qeyûm tayînkirina ser Şaredariya Colemêrgê didomîn. Hunermendê sînemayê Vedat Erîncîn bi ser hesaba xwe ya X’ê bertek nîşanî qeyûm da.   Erîncîn wiha got: “Bûyera qeyûm a li Colemêrgê ne yekem e ne jî dişibe ya dawiyê. Ev yek rasterast darbeya li dijî mafê bijartin û bijirînê ye. Binpêkirina Destûra Bingehîn a herî giran e. Ez jî tev li hemû hunermend û nivîskaran dibim û we vedixwînim piştgiriyê. Divê ev biryara qeyûm demildest paş ve were kişandin.