‘Kanê ew cejnên berê’ 2024-06-19 09:08:03 RIHA - Welatiyên ji Rihayê bi kêfa dilê xwe cejnê pîroz nekirin. Gotina mezinan a “Kanê ew cejnên berê” vê carê ji devê ciwanan nakeve.    Li Rihayê Cejna Qûrbanê wekî cejnekî derbas nabe. Welatiyên bi krîza aborî û civakî cejnê pêşwazî dikin di nav xem û pirsgirêkan de ne. Hinek welatiyên ku me mikrofona xwe dirêjî wan dikin ji ber qûrban serjê nekiriye, hinek ji ber nekariye lazimiyên cejnê bistîne, hinek jî ji ber sewalên xwe nefirotine xemgîn in. Ciwan jî derbarê pirsgirêkên ku dijîn de gotina mezinan a ‘Kanê ew cejnên berê’ ji devê xwe naxin.   Mahmût Kamçi (44) anî ziman ku ew ji ber bêderfetiyê rojên zehmet derbas dike û wiha axivî: “Min her cejê qûrban serjê dikir lê belê ev 5 cejnin min qûrban serjê nekir. Ji ber bihayê zêde yên qûrbanan kes nekarî qûrbanekî bistîne. Îro bihayê pez bûye 15 hezar lîre. Jixwe ez nikarim qala bihayê dewaran bikim. Dema hûn zewicîbin û 4 zarokên we hebin, hûn tenê dikarin lê binêrin. Bi qasî enflasyon wiha be rewş dê wisa be û em ê nikarin qûrbanê bistînin. Bila Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek di nava gel de bigere û em 17 hezar lîreyan bidin wî, heke karibe debara xwe bike ez ê tevahiya mûçeya xwe bidim wî.”   ‘CILÊN MIN ESNAFAN DAN MIN’   Îbrahîm Karakûzû (47) da zanîn ku ew debara xwe bi tenê muçeya berastengdariyê dike û wiha got: “Mûçeya min a mehane 4 hezar û 196 lîre ye. Berê li kolanan dimam û piştre derbasî malê lênêrînê bûn. Ji ber nêzîkatiya wê derê ji wir jî derketim. Niha di kirê de me. Kirêya min 2 hezar û 500 lîre ye. Ji min re pere namîne. Cilên min esnafên derûdorên min didin min. Weqfek hebû ku lêçûnên cejnê dida min îsal wan jî neda. Ev 3 roj in ez xwarinê naxwim. Goşt çi ye nizanim. Yên ku qûrbaniyan bibirin jî goştê wê nadin me. Dîsa dewlemend di navbera xwe de parve dikin.”    ‘KES ŞEKIROKAN NAKIRE’   Îzol ê ev 16 sal in li Balikgolê ya dîrokî ya Rihayê dikandariyê dike anî ziman ku her diçe ew bêhtir beriya cejnên berê dike û wiha axivî: “Kar kêm e, em şekirok, lokûman difiroşin. Par hinek kar hebû lê îsal gelek tena ye. Dema fitotin nebe hûn neçar in ku bihayê kêm bikin. Şûna em 5 lîre kar bikin, em bi bihayê stendinê, şekirokan difiroşin. Wekî cejnên bere, kêm û coşa cejnan jî nema.”     SEWAL MAN DI DESTAN DE   Mûstafa Tekîn (44) ê di bazara sewalan de sewalkariyê dike diyar kir ku sewalên wî di destê wî de mane. Tekîn ev tişt gotin: “Welatiyên xizan jî tên, em bi erzanî difiroşin wan. Îsal me hinekî baştir sewal firotin lê belê halê cîranên me perişan e. Dahatûya ji firotinan hatiye têrî lêçûnan nake. Gelek mirov nekarîn sewalan serjê bikin. Hinek hatin û destvala vegeriyan. Berê roja duyem de pez di deste kesekî de nediman, her kes tiştên xwe kom dikir û diçû. Niha cejn bi dawî dibe, û halê bazarê li ber çav e. Her der tije sewal in.”    CIWAN: CEJNA HERÎ XIRAB    Mahmût Y. (17) anî ziman ku ew ji ber bêderfetiyê di temenekî biçûk de dest ji dibistanê berdaye, û wiha got: “Min bi malbata xwe ya 11 kesan ve karibûye îsal ji xwe re pezekî bistînin. Ji bo pere bikevin destê min, neçarim ku heya roja erefeyê bixebitim. Bi yewmiyeyê dixebitim û bi pereyê me kom kiriye em man ser piyan. Cejna herî xirab a min dîtiye ev cejn e. Tu coşa berê ser mirovan nemaye. Niha zarokên biçûk jî nagerin. Berê mezinên me ‘Kanê cejnên berê’ digotin, niha jî em dibêjin.”   Yûsûf Toprak (18) destnîşan kir ku cejna îsal di nava cejnên ku dîtiye de cejna herî xirab e û wiha got: “Ev cehn ne wekî cejnên berê bû. Her tişt gelek biha ye. Ez zivistanê dixwînim û havînê jî kar dikim. Em 12-13 saetan dixebitin. Piştî kar jî ez ji razanê bêhtir nikarim tiştekî bikim. Niha ji ber cejn e ez xwedî destûr im. Em tenê dikarin ji cejnê heya cejnê ji xwe re hinekî bigerin.    MA / Ceylan Şahînlî