Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin 2024-06-19 12:31:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Zimanzan û ramangerê amerîkî Noam Chomsky roja sêşemê ji nexweşxaneyeke li Sao Paûloyê derket û wê li mala wî tedawiya wî bê domandin.   Nexweşxaneya Beneficencia Portuguesa de Sao Paulo rojeveke tibbî ji AFP’ê re şand û ragihand ku “Noam Chomsky ê nexweş wê li malê tedawiya wî bê domandin û ji nexweşxaneyê hat derxistin.”   Piştî ku hin agahî li ser torên dîjîtal belav bûn ku dihat gotin entelektuelê 95 salî miriye, ev daxuyanî ji nexweşxaneyê hat.   Hevjîna wî Valerîa Chomsky bersiv da e-postayeke ku ji AFP’ê hat û ev tişt nivîsand: “Ev ne rast e, ew baş e.”   Chomsky ku yek ji piştevanên nêz ê gelê kurd e, li dijî dagirkeriya DYE’yê ya li Iraqê û Şerê Vîetnamê derketibû. Chomsky nêzî lîderên Amerîkaya Latîn a çepgir ên mîna Fîdel Castro ye. Salên dirêj endamê Massachusetts Institute of Technology (MIT) bû û hîna jî li Zanîngeha Arîzonayê weke Profesorê Zimanzan Emerîtus wezîfeyê dike.